Bi darê zorê dersînor dikin

Sêşem 25 Cotmeh 2022 - 02:09

Human Rights Watch diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di navbera Sibat û Tîrmeha 2022`yan de bi sedan mêr û ciwanên Sûrî yên penaber girtine û ew bi darê zorê dersînor kirine.

Di demekê de ku desthilata Tirkiyê propagandaya “vegera bi dilxwazî” ya penaberên ji Sûriyê dike, rêxistina Human Rights Watch (HRW) di raporeke xwe de eşkere kir ku Enqereyê di navbera mehên Sibat û Tîrmeha 2022`yan de bi sedan mêr û ciwanên Sûrî yên penaber girtine û ew dersînorî Sûriyê kirine.

Hin Sûriyeyiyên hatine dersînorkirin ji HRW`ê re got rayedarên Tirk ew ji malên wan, cihên karên wan û ji kolanan girtine, ew di şert û mercên xirab de ragirtî, li piraniya wan dane û heqaret lê kirine. Her wiha desntîşan kirine ku ew neçar kirine ku formên vegera bi dilxwazî îmze bikin, piştre ew birine deverên li ser sînorê bakur ê Sûriyê û di bin gefa çekê de ew neçarî derbasbûnê kirin.

 

Qanûnên navneteweyî binpê dikin

Lêkolînvana mafên penaberan a Human Rights Watch Nadiye Hardmen got: “Desthilata Tirkiyê bi sedan penaberên Sûriyeyî, di nav de zarokên ku xwediyên wan pê re tune ne, destgîr kirin û ew neçarî vegera li bakurê Sûriyê kirin. Bi vê yekê qanûnên navneteweyî binpê kirin.”

Hemwextî hewldanên dagirkeriya Tirk a nêzîkbûna bi hikumeta Şamê re, Erdogan ragihand ku ew niyet dike milyonek penaber li deverên bakurê Sûriyê yên ne di bin serweriya hikumeta Şamê de bi cih bike.

Di projeya Erdogan de 13 herêmerên dagirkirî hene, di serî de jî Ezaz, Cerablus, Bab yên bakurê Helebê, Girê Spî û Serêkaniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ev yek bi hevkariya qaşo meclisên herêmî yên girêdayî çeteyên dagirkeriyê li wan herêman tê kirin.

Li wan herêman rewşa ewlehiyê aloz e û komên çete li ser parvekirina rêyên qaçaxçîtiyê û milkên şêniyên resen ên herêmê yên bi darê zorê hatin koçberkirin, şer û nakokî hene. Li aliyê din jî kiryarên tundî û destdirêjiya li djiî sivîlên wan herêman heye, ev yek nîşan dide ku ew herêm ne ewle ne.

Di 2 salên dawîn de êrişên nijadperest û dijberî biyaniyan, bi taybetî Sûriyeyan, zêde bûn. Di 11’ê Tebaxa 2021`an de komên Tirkan êrişî cihên kar û malên Sûriyeyan ên li taxeke Enqereyê kiribû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.