• Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê li ser hêzên PDKê yên ber bi Garê ve diçin daxuyanî da û rewş weke xeter bi nav kir û got, piştî ku me hêzên PDKê yên ber bi herêmê ve dihatin hişyar kirin, bombarduman pêk hat.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê li ser hêzên PDKê yên ber bi Garê ve diçin daxuyanî da û rewş weke xeter bi nav kir û got, piştî ku me hêzên PDKê yên ber bi herêmê ve dihatin hişyar kirin, bombarduman pêk hat.
PDK pêşiya dagirkeriya Tirk vekiriye û ji bo meşrûkirina êrîşan niha jî hêzên xwe dişîne hin xetan. PDK niha jî hewl dide xeta di navbera Garê û Metîna de qut bike.
Piştî ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hêzek leşkerî bi çekên giran sewqî herêma Dînarteyê kir, balafirên şer ên dewleta Tirk herêm bombebaran kir.
Berpirsê Komîteya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) ya Dînarteyê Emîr Zêbarî ji Rojnews’ê re peyivî û got, li gel hêza PDK’ê hemû curên çek û wesayîtên leşkerî hene. Ev hêze li gundên Malkê, Dosteka, Gisê, Mamîşmîş, Girê Dînarte, Girê Merzîngan, Girê Navxoş, Girê, Difrî û gundê Asûriyekan bi cih bûne û li herêma eşîreta Zêbarî dest bi çêkirina çeparan kiriye.

Bêbextî êriş dikin

Hêjayî gotinê ye ku di meha Nîsanê de jî dema PDK’ê hêzên xwe li herêma Zînê Wertê bi cih kirin balafirên şer ên dewleta Tirk herêm bombebaran kirin û di encamê de 3 gerîlayên HPG’ê şehîd bibûn. Ev gerîla weke qasid çûbûn bi PDKê re axivîbûn.
Dewleta Tirk a qirker û înkarker Kanûna 2017’an li dijî Başûrê Kurdistanê êrişek dabû destpêkirin. Ev êriş li Heftanînê didome û ji bo ya li dijî Metîna jî amadekarî hene. PDK hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re didomîne û hevkariya vê dagirkeriyê dike. Bi vê hevkariyê hebûn û dagirkeriya dewleta Tirk rewa dike. PDK li hin qadan hêzên xwe bi cih dike û hêdî hêdî dixwaze qadê li gerîlayan teng bike.

Amadekariyên êrişekê têne kirin

Li gorî agahiyên ji çavkanî û jêderên herêmê têne girtin, hêzên pêşmerge naxwazin şer bikin, lewma çekdarên PDKê yên bi navê Gulan ku yekser girêdayî Mesrûr Barzanî ne û wekî ‘hêzên taybet’ tên naskirin, ji 14’ê Cotmehê ve ji gundê Spîlka heta bi qada Barzanê bi cih dikin. Pira gundê Xalan û herêmên din ên derbasbûnê hatine girtin. 23’ê Cotmehê jî sewqiyata ber bi navçeya Dînartê hate destpêkirin.
Wesayîtên leşkerî û yên bêplaka yên sivîlan tevî çekên giran sewqî herêmên Melkê, Dosteka, Gîsê, Dînartê, Mezrînganê, Navxoş, Difrî, Mamişmiş û gundên Asûran hate kirin. Hêzên komando yên Zêrevanî ku di bin rêveberiya Rawan Îdrîs Barzanî de ne ew jî hatine bajarokê Dînartê. 24’ê Cotmehê li ser rêya ku ji gundê Dûvriye diçe qada çiyayî û li qada Girê Qulingeh a diçe gundê Gîsê jî dest bi çêkirina benda kontrolê kirin. Ev hêz tevî çekên giran tevdigere.

Pêşmerge naxwazin şer bikin

Ji ber ku pêşmerge naxwazin biçin qadên di kontrola gerîlayan de, ‘hêzên taybet’ ber bi van herêman ve hatine şandin. Berê jî li herêmê pêşmerge ji bendên kontrolê hatibûn derxistin û ev ‘hêzên taybet’ hatibûn bicihkirin.
Deşta Dînartê û Nehlê nêzî Çiyayê Garê ne, wekî qadên gerîla tên zanîn. PDK’ê piştî herêma Zînê Wertê herêmên ku sewqiyatê lê dike, herêmên stratejîk in. Dixwazin qadên gerîla ji hev qut bikin, dora li gerîla bigirin û tevî Tirkiyeyê êriş bikin. Tirkiyê dixwaze êrişa dagirker a li Heftenînê ber bi Metîna ve berfireh bike. PDK bi sewqiyata dawîn re dixwaze Garê û Metînayê ji hev qut bike.

NAVENDA NÛÇEYAN