Alî Alagoz 66 salî yê, li Îdirê dimîne, mîna zarokên xwe, neviyên xwe jî bi çîrok û mamikên Kurdî mezin dike. Alagoz, dibêje, ew ji Kurdî hez dike, “Divê malbat hemû di vî warî de hestiyar bin.”

Alagoz, çawa zarokên xwe mezin kirin, wisa jî neviyên xwe jî bi fêrkirina çîrok û mamikên Kurdî mezin dike. Alagoz, di nava rojê de, neviyê xwe yê 4 salî Rezzan, li pêş xwe dide rûniştandin, hem jê re çîrokan dibêje û hem jî mamikan jê dipirse. Rezzan ê her tim guhdarî li mamikên bapîrê xwe dike jî di cih de bersiva mamikên bapîrê xwe dide. 

Alî Alagoz ji vî halî razî ye: “Zarokên me bi vî awayî hem fêrî zimanê Kurdî dibin û hem jî kêyfxweş dibin. Her kesê ku girîngiyê dide hebûna xwe, divê xwedî li zimanê xwe yê zikmakî derkeve û fêrî zarokên xwe bike. Heger em wisan bikin, Kurdî ti carî wê tine nebe û neyê jibîrkirin. Yên ku zimanê xwe ji bîr dikin, hebûna wan jî tine dibe. Pirraniya zarokên Kurdan bi Kurdî nizanin. Ji bo ku zarokên min zimanê xwe ji bîr nekin, ez her tim behsa girîngiriya ziman ji bo wan dikim. Vê ji neviyên xwe re jî dibêjim. Bi çîrok û mamikên Kurdî vê yekê xurt dikim. Neviyê min pirsên mamikan hemûyan dibersivîne. Sedem jî perwerdeya li malê ye.” 
 
Zext û êrişa li dijî ziman dewam dike 

Alagoz, zextên li ser Kurdî bi bîr dixe û wiha bang li malbatan dike: “Ji dîrokê ve li ser zimanê Kurdî zext û êriş hene. Berê kasetên Kurdî hebûn. Bi dizî me guhdarî li wan dikir. Bi ser malan de digirtin. Dema ku kaset didîtin, li me dixistin. Di kasetan de kilamên dengbêjiyê hebûn. Ji bo vê bi rojan em di lêpirsînê de dihiştin. Ji me re digotin, ‘Hûn çima guhdarî dikin?’ Niha jî ev zext dewam dikin. Dema ku mirov bi Tirkî bêje, qet nabe pirsgirêk, lê gava ku mirov bi Kurdî bêje sûc tê dîtin. Ji bo ku karibin van zextan bişikînin, ez çîrok û mamikên bi urf û adetên xwe ji zarokên xwe re dibêjim. Ez niha mamik û çîrokên Kurdî fêrî neviyên xwe dikim. Divê malbatên me hemû jî di vê biwarê de hestiyar bin.”

ÎDÎR/MA