Rûspiyê Kurd Tarik Ziya Ekîncî li ser rageşiya li Başûrê Kurdistanê ya di navbera PDK û PKKʼê de banga aştî û demokrasiye kir û xwest kes baweriya xwe bi dostaniya sexte ya cîranan neyne. 
Ekîncî xwest beriya her tiştî duruşmeya her kesî aştî û demokrasî be û got: “Li Rojhilata Navîn şert û merc giran bûn e. Pêwîst e ku neyê ji bîrkirin, hêzên serdest û dewletên serdest naxwazin gelên herêmê bi ser bikevin û gelan bera hev didin da ku şerê hev bikin. Şerê navbera Ermenîstan û Azerbaycan vaye li ber çavan e û dibe sedema kuştina gelek insanan. Lê di encamê de dewletên serdest bi ser ketin. Hêvî û daxwaza min ji hêz û aliyên kurdên başûr û rojava ew e ku teqez û teqez divê werin ba hev û pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bikin. Heke fitne bikeve nava wan û berê sîlehan bidin hev, wê ne ew tevahiya herêmê zirareke mezin bibîne. Divê hêzên kurd baweriya xwe bi fitne û dostaniya sexte neynin û ew bi xwe çareya xwe bibînin. Lazim e ku her sazî û dezgeh şert û mercên yekîtî û bihevrebûnê esas bigirin. Pêwîst e ku aştî û demokrasî bibe dirûşm û daxwaza her kesî. Helbet her kes wê bi xwe biryara xwe bide. Lê mafê tu kesî nîne Rojhilata Navîn bide ber şewatê.” 

MA/STENBOL