Gerîlayên HPG û YJA Starê li Avaşînê bi çekan giran li artêşa Tirk a dagirker xistin. 

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wisa ye: “Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê; 18’ê Tîrmehê, gerîlayan li qada Girê Silêman bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Li çeperên şer û tunelên qada Werxelê berxwedana dîrokî ya hêzên me didome. Di 18’ê Tîrmehê de heta bi şev dagirkeran bi gaza jehrî û mîqdareke zêde ya teqemeniyan êriş kirin lê tu encam bi dest nexistin.

Heman rojê saet di navbera 22.50 û 00.30’an de li qadên Mervanos, Tabûra Ereban û Girê Silêman helîkopter geriyane. Qadên Girê Sor û Stûnê jî bi helîkopterên êrişê hatine bomberdûmankirin.

19’ê Tîrmehê, li qada Girê Sor, dema ku dagirkeran xwestine nêzî çeperên şer bibin gerîlayan li wan dane û dagirker neçar mane qedemeyekê vekişin. Saet di 09.40’an de dagirkeran dîsa hewl dane êriş bikin û hêzên me dîsa li wan dane û dagirker neçar mane vekişin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de li herêmên Heftanîn û Metînayê; 17’ê Tîrmehê, gerîlayan li qada Girê Dûpişk a herêma Heftanînê bi çekên giran li dagirkeran xist.

18’ê Tîrmehê, saet di navbera 22.30 û 01.00’an de helîkopter li qada Qaşûra ya Metînayê geriyane. Helîkopterên êrişê gundên Kêste û Hirorê yê Kanî Masiya Amêdiyê bomberdûman kirine. Li herêma Zapê; 18’ê Tîrmehê qereqolên li ser sînor bi obusan qada Çemçoyê bomberdûman kirin. 19’ê Tîrmehê qadên Çemço û Sîdayê bi balefirên şer hatine bomberdûmankirin.

Di van bomberdûman û êrişên hewayî de tiştek bi hêzên me nehatiye.”

ANF/BEHDÎNAN