Bi çalakiyên nû em ê bidomînin
Pêncşem 4 Tîrmeh 2024 - 02:35
Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê gotin, "Em çalakiya heyî diqedînin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê bi çalakiyên cuda tevlî pêngavê bibin. Em bang li gelê xwe dikin, ku ji bo Rêber Apo li ber xwe bidin."
Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li zindanên dewleta Tirk Denîz Kaya daxuyaniyek têkildarî çalakiya girtiyan a li dijî tecrîdê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku girtiyan mîna her demê bi rengekî rêxistinî tevlî pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' bûn û hate gotin, "Greva birçîbûnê ya 27'ê Mijdara 2023'an li zindanan bi dorvegerî hate destpêkirin, bi 4'ê Nîsana 2024'an rojbûna 75'an a Rêberê me veguherî asta 'Em di nava şert û mercên Rêberê xwe de bijîn' û bi rengekî girîng bandor li derve jî kir û pêngav bi pêş ve bir."
Gerîlayan êrîş têk bir
Di dewama daxuyaniyê de berxwedana Wanê ya li dijî rejîma qeyûm hate bibîrxistin, hate gotin berxwedana Wanê rejîma faşîst a Tirk hejandiye, li gel vê jî dewleta Tirk êrîşên dagirkeriyê li ser qadên azadiyê didomîne û hate gotin,"Lê belê gerîlayên azadiyê bi ruhê fedaî û teknîka xwe ev êriş têk bir. Gelê me yê bi rûmet û berxwedêr jî xwedî li Rêber Apo û îradeya xwe derket û bi sekna xwe pênga xurt kir."
Bi çalakiyên cuda wê bidome
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê çalakiya greva birçîbûnê ya bi dorvegerî di 27'ê Mijdara 2023'an de dan destpêkirin, di 4'ê Nîsana 2024'an de veguherandin asta 'Jiyana di nava şert û mercên Rêbertî' de û hate gotin, "Di asta heyî de ev çalakî diqede. Di pêvajoya pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re', heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin, em ê bi çalakiyên cuda tevlî pêvajoya pêngavê bibin."
Banga tevgera bi berpirsiyarî
Herî dawî bang li derdorên demokratîk, rewşenbîr û dostên gelê Kurd hate kirin ku di vê pêvajoya dîrokî de li dora pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' bicivin û bang li gelê Kurd ê berxwedêr jî hate kirin ku hîn bi berpirsyarî tevbigere.
ANF