Bi çalakiyan silav kirin
În 24 Hezîran 2022 - 21:33
- Bi pêşengiya gerîlayên YJA Starê ji bo silavkirina Roja Fedaîtiyê ya 30'ê Hezîranê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de 11 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin û yek ji wan jî payebilind bû.
Bi pêşengiya gerîlayên YJA Starê ji bo silavkirina Roja Fedaîtiyê ya 30'ê Hezîranê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de 11 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin û yek ji wan jî payebilind bû.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di daxuyaniya xwe ya dawî de got, "Hêzên me bi pêşengiya tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ji bo silavkirina Roja Fedaîtiyê ya 30'ê Hezîranê çalakî li dar xistin. Yek jê payebilind 11 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû, 2 çeper û kamerayeke mobesseyê hatin îmhakirin. Dagirkeran 4 caran bi teqemeniyan êrişî tunelên şer kir. Her wiha Herêmên Parastinê yên Medyayê 26 caran bi helîkopteran, 15 caran bi balafiran û bi dehan caran jî bi obusan bombe kirin. Li Amedê 2 hevrêyên me yên li ser xeta fedaîtiyê şer kirin, şehîd bûn."
HPG kite bi kite wiha behsa çalakiyan dike:
Li Amedê
16'ê Hezîrana 2022’yan artêşa Tirk a dagirker li qadên Apê Mûsa û Şehîd Kawa yên navçeya Licê ya Amedê dest bi operasyoneke hevdemî kir.
Li qada Apê Mûsa di navbera 2 hevrêyên me û dagirkeran de şer qewimî. Herdu hevrêyên me bi saetan li dijî dagirkeran şer kir, li vê derê herî kêm 2 dagirker ceza kirin û dagirkerek birîndar kirin. Hevrêyên me yên leheng ku heta fîşeka xwe ya dawî şer kirin û gelek dagirker ceza kirin, ji bo bi saxî nekevin destê dijmin bombeyên xwe bi xwe de teqandin û bi rengekî fedaî şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me
Dilşad eşkere bû, agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me yê din ê şehîd, wê bi gelê me û raya giştî re bêne parvekirin:
- Dilşad Dijwar (Mehmet Suleymanoglû) yê li Amedê ji dayik bûye, kurê Hanim û Ahmet, 17'ê Hezîrana 2022´yan li Amedê şehîd bû.
Li Xakurkê
18'ê Hezîranê saet di 08:30'î de li qada Girê Koordîne bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di encamê de 2 dagirker birîndar bûn. Saet di 11:30'î de careke din bi çekên giran li dagirkerên li heman qadê hate xistin û 2 dagirker hatin cezakirin.
22'ê Hezîranê saet di 11:00 de li Girê Şehîd Şahan, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran xist. Li vê derê çeperek bi temamî hate îmhakirin û 2 dagirker hatin cezakirin. Di heman demê de kamerayeke mobesse ya li ser vî girî bi sekvaniyê hate îmhakirin.
23'ê Hezîranê saet di 18:45'an de li Girê Şehîd Derwêş tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran xist, çeperek bi temamî rûxand û 3 dagirker ceza kirin.
Li Metîna
23'ê Hêzîranê saet di 15:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî, dagirkeran hewl da ber bi tunelên şer ve bên û tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li wan da. Dagirkeran derb xwar û rawestiyan.
23'ê Hezîranê saet di navbera 19:10 û 21:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê FM tîmên me yên bi tevger bi sekvaniyê li dagirkeran xist. Di encamê de yek jê payebilind 2 dagirker hatin cezakirin.
BEHDÎNAN