Bi çalakiyan şehîd bi bîr anîn

Pêncşem 9 Hezîran 2022 - 21:39

  • Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê ragihand ku gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo bibîranîna Lehengên Zendûra yên par şehîd bûn, çalakî li dar xistine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê ragihand ku gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo bibîranîna Lehengên Zendûra yên par şehîd bûn, çalakî li dar xistine. Di encamê de 17 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn. 3 kamerayên mobesse û sîstemeke radarê jî hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê got, “Hevrêyên me ji bo bibîranîna Lehengên Zendûrayê ku sala 2021’ê şehîd bûn, çalakî li dar xistin. Di encamê de 17 dagirker hatin cezakirin, 4 dagirker birîndar bûn, 3 kamerayên mobesse û sîstemeke radar hatin îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker 37 caran bi teqemeniyan û 24 caran jî bi çekên kîmyewî û gazên bi jehr bombe li tunelên şer barandin. Qadên berxwedanê 25 caran bi balafirên şer, 20 caran bi helîkopterên êrişê û ji qereqolên li ser sînor jî bi obusan hatin bombekirin.”

HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyan kir:

Li  Avaşînê

8’ê Hezîranê saet di 01:00 de li Qada Berxedanê ya Werxelê kamerayên mobesse yên û sîstema radarê ya dagirkeran, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ve hatin îmhakirin. Di encama çalakiyê de 2 mobesse û sîstemeke radarê hatin rûxandin.

8’ê Hezîranê saet di 15:35’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Werxelê hate xistin. Di çalakiyê de 4 dagirker hatin kuştin û dagirker gavekê vekişiyan.

Li Metînayê

6’ê Hezîranê li dijî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî tîmên me yên bi tevger bi çekên ferdî û nîv otomatîk çalakî li dar xistin.

Di çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin.

7’ê Hezîranê saet 12:05’an, li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.

8’ê Hezîranê saet di 18:45’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di çalakiyê de 5 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.

8’ê Hezîranê saet di 15:55’an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM kamerayeke mobesse hat îmhakirin.

Li herêma Zapê

8’ê Hezîranê saet di 07:00 de li Qada Berxwedanê ya Karker, li dijî dagirkerên ku hewl didan bi cih bibin hêzên me yên YJA Starê bi çekên sekvaniyê çalakî kirin. Di çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

8’ê Hezîranê saet di 14:20 û 17:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahîn bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Dagirker gavekê vekişiyan.

9’ê Hezîranê saet di 00:00 û 02:15’an de li Qada Berxwedanê ya Karker li dijî dagirkeran hêzên me yên YJA Starê çalakiyên sekvaniyê kirin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.