• Li Binarê Qendîlê bi boneya 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Rêber Abdullah Ocalan, Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê şitlên daran danîn. 

Li Binarê Qendîlê bi boneya 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Rêber Abdullah Ocalan, Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê şitlên daran danîn. Herwiha gul jî danîn ser gorên şehîdan.

Endama Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê Şinyar Resûl got: “Ji dayikbûna Rêberê Kurdistanê Abdullah Ocalan ji dayikbûna gerdûnê, gelê Kurd û bi taybetî jinan e. Rêber Apo bûye avakerê riya azadiya jinê, berxwedan, têkoşîn, hêz, îrade, bîr û baweriyê. Em dibêjin, ji dayikbûna Rêber Apo ji dayikbûna me hemûyan e.”

Piştî axaftinê danîna şitlên daran destpê kir, piştî çandina daran, li Goristana Şehîd Mehmet Karasungur, xelkê gul danîn ser gorên şehîdan.

Bi gotina dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” çalakî bi dawî bû.

ROJNEWS/QENDÎL