Artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên qedexekirî û topên ji madeya fosforê 25 caran êriş bir ser qadên berxwedanê yên li derdora gundê Sîda yê li Herêmên Parastinê yên Medyayê.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî berfirehiya êrişên artêşa Tirk a dagirker ev agahî parve kir;
Li herêma Zê (Zapê)
23'ê Sibatê dagirkeran bi çekên giran êriş birin ser hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî. Hêzên me jî ji bo xwe biparêzin bi çekên giran li dagirkeran xistin.
Sûcên dewleta Tirk a dagirker
23'ê Sibatê, çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîdayê 25 caran bi bombeyên qedexekirî û topên ji madeya fosforê yên ji tankan hatin avêtin, hatin bombekirin.
23'ê Sibatê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Girê Bahar, derdora gundê Sîda 10 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
23'ê Sibatê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Girê Cûdî û çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîda û qada Çemço 83 caran bi obus, hawan, tank û çekên giran hatin bombekirin."
BEHDÎNAN