- Li seranserê xeta berxwedanê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li Avaşîn, Zap û Metînayê gerîlayan herî kêm 9 dagirker kuştin. Bi çalakiya tolhildana şehîdên Bestayê, li Botanê jî gerîlayan 5 dagirker kuştin.
Çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê yên li dijî dagirkeran bê navber dewam dikin. Gerîlayên kurdistanê bûne mîna bendeke li ber dagirkeriyê û dîrokê bi berxwedana xwe dineqişînin. Di çalakiyan de vê carê herî kêm 14 dagirker hatin cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla yên bi bandor û êrişên dagirkeran daxuyaniyek da. HPG’ê di daqxuyaniyê de got, wê ji bo şehîdên Bestayê jî çalakiya tolhildanê kiriye û 5 dagirker di vê çalakiyê de kuştine.
Tolhildanan şehîdên Bestayê
HPG´ê bi daxuyaniyê got, "Demeke li eyaleta Botanê dagirker li devera Kêla Memê û Deriyê Qaçê kemînan datînin. Ev yekîne kete bin kontrola hêzên me, 24’ê Gulanê saet 20:30’î ji du baskan ve ketin kemîna gerîlayên me. Bi şev ji nêz ve hêzên me li wan xist û 5 dagirker ceza kirin, yek jî birîndar bû."
HPG´ê got, hêzên wê ev çalakî ji bo tolhildana şehîdên Bestayê kiriye.
Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosan
HPG´ê li ser çalakiyên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosan de jî ev agahî dan: "Hêzên me yên YJA Starê 25’ê Gulanê saet 12:00’an li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Dilgeş ê Herêma Avaşîn çalakiyek kir. Komeke dagirker bûn hedef. Bi qasî hate zelalkirin dagirkerek hat cezakirin.
Hêzên me yên YJA Starê 25’ê Gulanê saet 16:30’î li dijî dagikerên li Girê Konferansê yê Avaşînê bi çekên giran çalakiyek kir.
25’ê Gulanê saet 17:00’an li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Zêrîn ê Avaşînê bi çekên giran çalakiyek hat kirin. Piştî çalakiyê dagirkeran dever bi dijwarî bombe kir, wekî din saet 21:00’an helîkopterên êrişê dever bombe kir.
Hêzên me 25’ê Gulanê li dijî dagirkerên li devera Kela Mamreşo ya Avaşînê bi çekên giran rêzeçalakî kirin.
25’ê Gulanê saet 09:30’î li dijî dagirkerên li Kela Bêdewê ya Zapê çalakiyek hat kirin, di vê çalakiyê de kamerayeke mobeseyê hat rûxandin.
26’ê Gulanê saet 08:55’an li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Mervan ê Zapê çalakiyeke sekvaniyê hat kirin. Di vê çalakiyê de bi zelalî dagirkerek hat cezakirin."
Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê
Li ser çalakiyên di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de jî HPG´ê ev agahî parve kirin: "25’ê Gulanê saet di 15.30’î de di navbera Girên Kuroşîno û Stûna herêma Metînayê bi sabotajê li komek dagirkeran hat xistin. Hejmara dagirkerên hatin cezakirin û birîndarbûyî nehate zelalkirin.
25’ê Gulanê saet di 17.30’î de di navbera Girên Zendûra û Kuroşîno ya Metînayê li pişta Girê Koordîneyê hêzên me ji 3 aliyan ve xwe bera nav dagirkeran da. Milê yekemîn li 4 dagirkerên li ba hev da, 3 dagirker ceza kirin û dagirkerek birîndar bû. Dema ku 2 dagirker hatin alîkariya dagirkerên kuştî û birîndar, li wan jî hatiye xistin û ev her du dagirker hatine cezakirin. Milê duyemîn a hêzên me li kozikekê xistine û 2 dagirkerên di kozikê de hatin cezakirin, ev kozik hat îmhakirin. Milê sêyêmîn ê hêza me jî li kameraya mobese ya dagirkeran da û kamera îmha kir.
Di vê çalakiyê de bi giştî 7 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû, kamerayek û kozikek hatin îmhakirin."
Dagirker sîlehên qedexekirî bi kar tînin
HPG´ê got, artêşa Tirk a dagirker bi obus, helîkopter û balefirên şer li Herêmên Parastinên yên Medyayê daye. Girê Zendûra yê Metînayê, Mervanos, Dola Maran, Şûkê û pişta Dola Konferansê ya Avaşînê, Werxela ser bi Avaşînê, devera Tabûra Ereban, Cîloyê Piçûk, Kela Bêdewê, Girê Şehîd Serxwebûn, Girê Şehîd Mûnzûr û Girê Gizê bi balefir û helîkopteran hatine bomberdûmankirin. HDP´ê da zanîn ku di bombardûmanê de bombeyên gûsî jî tevî ku li gorî hiqûqa navneteweyî qedexe ne jî hatine bikaranîn.
BEHDÎNAN