Mîcrobiyolojîstên li Zanîngeha Polîteknîk a li Hong Kongê dixwazin bakteriyan û xisleta wan a çêkirina tevnên zeliqoqî bi kar bînin da ku karibin daimî deryayan û behrê ji mîkro plastîkê paqij bikin. Li gorî van lêkoleran. Bakterî plastîkên mîkro digirin û ji ber ku adeta wan e xwe bi hev ve bigirin, tebeqeyeke hevgirtî çêdikin; ji vê tebeqeyê re biyofilm tê gotin. Ew jî dikarin rahêjin vê tebeqeyê û dikarin ji nû ve bi kar bînin yan jî mîcro plastîkê li deverekê berhev bikin.
Ev encamên lêkolînê çarşemê hatin eşkerekirin, lê ev hîna kar û encamên destpêkê ne. Gelek kes pê xweşbîn bûne, ji ber ku ev rêbazek e da ku çerxek çêbe ya ku daimî derya û behrê ji mîkro plastîkan paqij bike.
Dr. Nicholas Tucker dersdarê mîkrobiyolojiyê ye. Ew dibêje ev lêkolîn û encamên wê balkêş in, û hîna lazim e lêkolîn bê kirin bê ev rêbaz li ku derê û çawa dikare di pratîkê de bê bicihanîn.
HONG KONG