Bi awayekî birûmet vedigerin

În 25 Tîrmeh 2025 - 03:20

Niştecihên kampa penaberan a Wargeha Şehîd Rustam Cûdî (Mexmûrê) ku zêdetirî 30 sal in ji axa xwe dûr in, dixwazin bi pêvajoya ku Rêber APO daye destpêkirin vegerin. Welatî ji bo vegera xwe ya Tirkiyeyê şert û mercên ewle û birûmet dixwazin. Niştecihên kampê ku 27 sal in li Mexmûrê ji bo jiyanê têdikoşin, di vê demê de perwerde, tenduristî û jiyana civakî li ser bingeha xwerêveberiyê ava kirine. Gelê Mexmûrê ku 736 roj in li kampê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber APO nobedê digirin, têkildarî pêvajoyê axivîn. Mehmûd Zêwkî diyar kir ku ew bi Rêber APO bawer in û got:"Wekî malbatên şehîdan, em bi tevahî piştgiriyê didin her gaveke ku Rêberê me diavêje. Em baweriya xwe bi dewletê naynin, lê Rêberê me hêviyê geş dike. Rêber Apo, ji bo me jiyana xwe feda kir. Ev meşa aştiyê ya ku wî daye destpêkirin ji bo me hemûyan dîrokî ye. Di demeke wiha de ku Rêber Apo ewqas fedekariyê dike, dewleta tirk bêdeng dimîne. Ev şerm e. Divê niha gav bên avêtin. Danîna çekan gaveke dîrokî û hesas e. Divê em jî rola xwe bilîzin."

Em li gel Rêberê xwe ne 

Welatî Helîm Gûndikremo piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoyê anî ziman û got:"Em piştgiriyê didin banga Rêberê xwe. Divê dewlet jî ji bo misogerkirina aştiyê gavan biavêje. Em heta dawiyê li cem Rêber APO ne. Werin em bi hev re dengê xwe bilind bikin da ku ev şer bi dawî bibe. Em êdî naxwazin xwîn birije. Bes e 50 sal in rijiyaye! Em aştî û biratiyê dixwazin."

Elî Mijînî jî diyar kir ku piştî pêvajo bi serkeftî bi encam bibe ew ê karibin vegerin welatê xwe û got:"Tevî hemû êş û azaran jî, em piştgiriyê didin meşa aştiyê ya ku hatiye destpêkirin. Ev gav ne tenê ji bo kurdan, ji bo tirkan jî girîng e. Divê dewlet guh bide banga Rêber. Em jiyaneke bi aştî û rûmet dixwazin. Em dixwazin bi rûmet vegerin ser axa xwe, ne bi teslîmbûnê. Em amade ne ku ji bo aştiyê çi hewce be bikin, lê em ê di bin zext û zorê de venegerin. Çavên me li welatê me ye. Ger şert û merc werin afirandin, ger hawirdoreke demokratîk û bêzext were avakirin, em ê vegerin warê xwe."

MA/ZEYNEP DURGUT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.