Bi avakirinê têkbirina êrişan

Pêncşem 28 Tîrmeh 2022 - 21:33

  • Besê Erzîncan: Hêrsa me ya li dijî dewleta Tirk pirr mezin e. Ev êrişên qirêj û xayîn ên dewleta Tirk wê bi rêxistinbûna jinan, xebatên avakirinê û berxwedana xwerêveberiyê bên pûçkirin. 

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan got, “Êrişên qirêj û xayîn ên dewleta Tirk bi rêxistinên jinan, xebatên avakirinê û berxwedana parastina cewherî wê bên pûçkirin. Berxwedana jinê temînata azadiya mayînde ye.”

Besê Erzîncan got, Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan, piştî ku beşdarî foruma jinan a bi boneya 10’emîn salvegera Şoreşa Rojava bûn, hat lidarxistin, di encama êrişa artêşa Tirk de şehîd bûn. Wê got, “Em di şexsê Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan de soza xwe ya bipêşxistin û berfirehkirina şoreşa jinê li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê dubare dikin.”

Erzîncan anî ziman ku Dewleta Tirk di salvegera Şoreşa Rojava û bi giştî hedefgirtina YPJ’ê de girêdayî pîlaneke dîrokî ye û wiha axivî: “Yên ku li dijî dewleta Tirk û DAIŞ’ê bi qehremanî şer dikin jinên Kurd in. Gerîlayên azadiya jinê bingehê berxwedanê pêk tînin. Jinên Kurd li ser esasê paradîgmaya azadiyê ya Serok Apo di têkoşîna azadiyê ya Rojava, Bakûr, Başûr û Rojhilat de bi roleke pêşeng radibin.

Şoreşa Rojava di 19’ê Tîrmeha 2012’an de bi vîn, ked û rengê jinê hate îlankirin. Ev şoreş li cîhanê jî weke şoreşa jinê hatiye qebûlkirin. Di vê şoreşê de di qadên herî dijwar de di parastina cewherî, siyaset û her warê jiyana civakî de jin bi rola pêşengiya herî çalak û bi bandor rabûn.”

Bêdengî hevkariya êrişan e

Erzîncan da zanîn ku di serî de DYE û bi taybet jî hêzên koalîsyona navneteweyî ji ber çavên xwe li van êrişan digirin hevkarên êrişan in.

Erzîncan îşaret bi hêvî bûna Şoreşa Rojava kir û got, “Şoreşa Rojava ji bo jin û gelên cîhanê di warê azadî, demokrasî û nêzîkatiya ekolojîk de dixwaze bibe model. Rastiya hedefgirtina sê fermandarên YPJ’ê Jiyan Tolhildan, Roj Xabur, Barîn Botan di vir de ye. Ji ber ku li Rojava li dijî pergala modernîst a kapîtalîst îmkana bipêşxistina jiyaneke alternatîf bi pêş dikeve û mezin dibe.

Em ê şoreşa jinê bi ser bixin

Besê Erzincan got, dewleta Tirk stratejiya ‘destpêkê li jinan bixin’ dişopîne û wiha dewam kir: “Hêrsa me ya li dijî dewleta Tirk pirr mezin e. Ev êrişên qirêj û xayîn ên dewleta Tirk wê bi rêxistinbûna jinan, xebatên avakirinê û berxwedana xwerêveberiyê bên pûçkirin. Wek jinên Kurd; li ser esasê felsefeya Rêber Apo em ê bi zanabûneke mezin a azadî, vîn, bawerî, israr û îradeya xwe şoreşa jinê li Kurdistan û Rojhilata Navîn pêk bînin.” n

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.