Bi aqilê çêkirî ‘hizra nêzî mirinê’

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 9 Adar 2022 - 22:06

  • Ofîsa Mafê Telîfê ya Emerîka’yê (USCO) berhemên hunerî yên ku bi temamî ji hêla aqilê çêkirî ango bi saya kompûterê hatiye çêkirin, qebûl nekirin û mafê telîfê neda wan.

Ofîsa Mafê Telîfê ya Emerîka’yê (USCO) berhemên hunerî yên ku bi temamî ji hêla aqilê çêkirî ango bi saya kompûterê hatiye çêkirin, qebûl nekirin û mafê telîfê neda wan.

Xwedî û CEO’yê şirketa “Imagination Machine” Dr. Steven Thaler bi aqilê xwe yê çêkirî “Creativitiy Machine” berhemeke hunerî (tablo) ya bi navê “A Recent Entrance to Paradise” çêkir û ji bo mafê telîfê miracaetî USCO’yê kir, lê miracaeta wî nehat qebûlkirin. Thaler sala 2018’an jî ji bo telîfê miracaet kiribû, lê dîsa miracaeta wî nehatibû qebûlkirin.

USCO diyar kir ku ew tenê dikarin mafê telîfê bidin berhemekî ku aqilê însanekî ew çêkiriye. Komîteya lêkolînê ya USCO’yê got mafê telîfê tenê piştgiriyê dide berhemên ku bi aqilê însanan hatiye çêkirin.

Berhemê ku bi saya “Creativity Machine” hatiye çêkirin ji dîmenekî rêya trênê pêk tê. Bi temaya “hizra nêzî mirinê” hatiye çêkirin. Rêyeke trênê ya ku ber bi tunelê ve diçe bi awayekî reng hatiye sêwirandin. Thaler ê ku ji sala 1980’yî heya îro li ser aqilê çêkirî dixebite, got, ev berhem bi temamî ji hêla algorîtmayên kompûterê ve hatiye çêkirin.

NEW YORK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.