Albuma nû a muzîkjen Dr. Ahmet Kaya ya bi navê “Payîza Derengî” derket. Di albuma “Payîza Derengî” de 8 stran hene û hemû jî bi Kurmancî ne. 

Muzîkjen Agît Işik, Tara Mamedova û Mehmet Akbaş jî tevî Dr. Ahmet Kaya di albûmê de stran gotine û rengekî cuda li albumê zêde kirine. Her wiha Harun Elkî û Mustafa Biber jî wek aranjor xebitîne û stranên albumê aranje kirine.

Dr. Ahmet Kaya albuma xwe ya nû beriya bi du rojan yanî 8’ê Tebaxê li ser kanala xwe ya youtube parve kir.

Dr. Ahmet Kaya di nav xebatên “Koma Amed” de cih girtibû û yek ji damezirînerê komê ye. Dr. Ahmet Kaya piştî bi salan, bi albuma xwe ya nû dîsa xwe dide guhdarîkirinê.

NAVENDA NÛÇEYAN