Bi aktorên amator filmekî çê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 7 Adar 2023 - 05:28

  • Derhêner Carla Sîmon Katalanî ye, filmên ku heta niha girtine jî bi zimanê Katalanî girtine. Her wiha pirsgirêkên li herêma ku lê hatiye dinyayê jî bi çavdêriyeke baş nîşanî xelkê dide. Di filmê Alcarràs de jî rol daye lîstikvanên amator û karkerên jidil. Ji lewma ev filmê wê dilsoz, herikbar û jidil xuya dike.

ARDÎN DÎREN

 

Carla Simon derhênereke Katalanî ye. Wê heta niha du film çêkirine û ew filmên xwe bi zimanê Katalanî çêdike. Wê sala 2017’an filmekî bi navê “Estiu 1993” (Havîna 93’an) çêkir. Lê ew bêhtir bi filmê xwe “Alcarràs” (2022) hat naskirin. Filmê “Alcarràs” sala par, li Festîvala Filman ya Berlînê (Berlînale) xelata “Hirça Zêrîn” wergirtibû. Simon weke filmê xwe yê yekem dîsa bi rabuhiriya xwe daketibû û di film de ji jiyana wê ya rastîn jî hin tişt hebûn. 

Dîmenên filmê “Alcarràs”ê li herêma Alcarras a Katalanyayê hatine girtin. Yek ji taybetmendiyên sereke ku vî filmî ji filmên din cudatir dike, lîstikvanên filmî ne. Ji ber ku aktor û aktrîstên di filmî de hemû amator in û ji wê herêmê ne. Ev herêm di heman demê de ew herêm e ku zarokatiya derhêner bi xwe jî lê derbas bûye. Jixwe, wê senaryoya filmî jî li ser bibîranînên xwe ava kiriye. 

 

Pêvçûna du malbatan

Film behsa pevçûna du malbatan dike. Malbata Solê, bi salan e li herêmê darên xoxan çandine û bi van xoxan debara xwe dike. Lê xwediyê erd, ne ew in. Ji ber ku xwediyê erd ne ew in, rastî neheqiyekê tên û xwediyê erd dixwaze erdê ku darên wan lê hatine çandin, bifiroşe. Xediyê erd bi şirketeke panelên enerjiya rojê re li hev kiriye. Di wextê xwe de malbata Solê xwediyê erd, di dema şerê navxweyî de ji mirinê xelas kiriye û malbata xwediyê erd jî li hemberî vê qenciya wan hiştiye ku malbata Solê di erdê wan de darên xoxan biçînin û çandiniyê bikin. Bi vî awayî malbat bi salan li wir dimîne û her ku diçe malbat mezintir dibe. Helbet di nav malbata Solê de jî pevçûn diqewimin û hin kes naxwazin erd biterikînin û bidin xwediyê erd. Lê li hêlekê jî zarokên malbatê hene, ew bêyî ku xwe tevlî van meseleyan bikin, tim ji xwe re li nava baxçe û zeviyan dilîzin. Zarokên malbatê bi biryar in ku heta payîz biqulibe jî karên xwe bidomînin û xoxên xwe kom bikin da ku bifiroşin.

 

Li eraseyê jî rewş ne baş e!

Tişta balkêştir ew e ku li eraseya ku xox tên firotinê jî rewş xerab e û xoxên ku bi motoran diçin eraseyê, giş tên avêtin. Vê rewşê jî malbat bêzar kiriye û xwediyê erd di heman demê de dixwaze wan qaneh bike da ku bi şirketa penelên rojê re bixebitin û halê wan yê aborî baş bibe. Lê malbat li ber vê yekê radibe û dixwaze darên xwe biparêze. Ji ber ku wan kedeke mezin daye ji bo van daran û nawazin ew dar ji kokê rabin û ji dêvla wan, panelên rojê werin raxistin.

 

Serpêhatiyên malbatî yên jidil

Esas, jixwe li vê herêmê pirsgirêkên bi vî awayî hene. Li herêmê her ku diçe çandinî kêmtir dibe û îndûstrî zêdetir dibe. Ji lewma hin malbatan, eynî weke malbata Solê, êdî hêviya xwe ji çandiniyê birriye û ji xwe re li riyên din digerin. Gelek ji wan jî weke ku di filmî de jî tê nîşandan, erdên xwe difiroşin û warên xwe diterikînin. Malbata derhêner Sîmon jî eynî weke meseleya di filmî de, tê gotin heman mesele û mişkile hatine serê wê jî. Wisa diyar e ku vê yekê tesîra xwe li Carla Sîmon jî kiriye û wê jî ev mesele kirine senaryo û ji ber vê senaryoyê filmekî xweşik derxistiye.

Aktorên amator û karkerên bi rastî

Carla Sîmon ji bo rastiyê baştir nîşan bide, rol dane karkerên bi rastî û kedkarên ku bi salan karên xoxan dikin. Ji bo malbatê bibîne û aktorên amator peyda bike, wê bi 9 hezar kesan re hevdîtin kirine! Her wiha derhêner bi xwe li gelek bajarokan geriyaye û lîstikvanên xwe hilbijartine. Her wiha wê bi van lîstikvanan re ti carî prova nekiriye û heya jê hatiye lîstikvanên xwe serbest berdane. Ji lewma aktor û aktirîst jixweberî lîstine û ev yek filmê Carla Sîmonê dilsoztir û henûntir dike. Ji ber ku film hûrgiliyên xweş yên li xwezayê û her wiha yên herêmê nîşan dide. Helbet hûrgilî û pevçûnên di nav malbatan de jî dike ku film baştir were hîskirin. Weke nimûne; navê malbata ku li ber panelên rojê radibe “Solê” ye. Solê bi zimanê Katalanî “roj/tavik” e. Yanî derhêner bi hûrgiliyên bi vî awayî senaryoya xwe xurttir kiriye û ev xurtbûna senaryoyê şewqa xwe daye filmî jî.

Lîstikvanên amator yên di filmî de cih girtine çawa ku bi salan in bi hev re dilîzin û xwezayî tevdigerin. Film bi awayekî dîdaktîk naherike, berevajî vê, çavdêriyên baş hene û film bi rîtmeke ku temaşevan aciz nake, diherike. Her sahneyek armanceke wê heye û film bi van sahneyan serpêhatiyan tîne cem hev. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.