Bi 7 bergan ‘Dîroka Wêjeya Kurdî’

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 22 Çile 2024 - 03:45

Berhema Dr. Marîf Xeznedar ya bi navê “Dîroka Wêjeya Kurdî” ji nav weşanên Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û Weşanên Neqşê derket.

Berhema orîjînal bi şêwezarê Soranî, bi tîpên Erebî di sala 2001’an de ji nav weşanên Dezgeha Arasê ya Çap û Belavkirinê derketiye. Saziya Zimanê Kurdî li gel Weşanên Neqşê ev berhem wergerandiye şêwezarê Kurmancî. Berhem ji hêla van kesan ve hatiye wergerandin; Besam Mistefa, Ibrahîm Şadman, Mirad Mîlan, Sergul Areş û Ronya Çalî.

Berhema Dr. Marîf Xeznedar ji 7 bergan ango pirtûkan pêk tê. Di her bergekî de danerî behsa qonaxeke wêjeya Kurdî kiriye. 

Naveroka bergan wiha ye;

Bergê yekem; ji destpêkê heta sedsala 14’an.

Bergê duyem; ji sedsala 14’an heta sedsala 18’an.

Bergê sêyem; nîvê yekem ê sedsala 19’an.

Bergê çarem; nîvê duyem ê sedsala 19’an û destpêka sedsala 20’an.

Bergê pençem; di navbera her du şerên yekem û duyem ên sedsala 20’an de.

Bergê şeşem; ji sala 1914’an heta sala 1945’an.

Bergê heftem; ji sala 1945’an heta sala 1975’an.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.