Bêyî ziman mirov ne Xwe ye

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 21 Sibat 2024 - 00:12

Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurdî Rêdûr Dîjle destnîan kir mirov bêyî zimanê zikmakî nikare bibe xwe, dibe ‘unsur’a hine dî û her wiha diyar kir asîmîlasyon bi xwe re koletiya zêhnî tîne û bal bire ser giringiya têkoşîna ji bo fermîbûna Kurdî.

destnîşan kir zimanê zikmakî nasnameya hebûniyê ye û got ku ji bo Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê divê têkoşîna heyî were geşkirin. 

Dîjle diyar kir ziman, ji amûr û amrazeke ragihandinê wêdetir, hebûna herî bi qîmet a civakê ye û got, "Ji lew re di nava vê hebûniyê de zîhniyet, exlaq û estetîka civakê ya di warê fikrî û hestî de heye. Ev dibe nasnameya hebûniyê ya civakê. Civak bi vê nasnameya ku zîhniyet, exlaq û estîtîka civakê di xwe de dihewîne jiyana xwe îdame dike. Lewma mirov dikare bibêje ku asta pêşketina zimanê civakekê asta jiyana wê civakê dide der. Bervajiya vê jî, asta zimanê civakekê çi qasî kêm û qels be, asta jiyana wê jî ew qasî kêm û qels e. Ev qelsbûyîn helbet jixweber çênabe. Çi yekser çi jî neyekser, çi bi darê zorê çi ne bi darê zorê, piştî wextekê xwe dide der. Û ev rê li ber asîmlasiyonê vedike." 

Bêyî zimanê zikmakî mirov ne Xwe ye

Dîjle destnîşan kir ku gava civakek nikaribe jiyana xwe bi zimanê xwe îdame bike dê di bin hegemonyaya zimanê serdest de bi mirinê re rû bi rû bimîne û got: "Ji lew re gava tu nikaribî bi zimanê xwe jiyana xwe îdame bikî û zimanê te têkeve bin hegemonyaya zimanê serdest û ew zimanê serdest liv û tevgera bi zimanê te ya li qadên jiyanê bixitimîne, çi yekser çi neyekser tu ber bi wî zimanê serdest ve diçî. Çûyîna ber bi vî zimanê serdest ku em vê wekî asîmlasyonê bi nav dikin, çi dike? Te ji hebûniya te ya xweser, te ji cewhera te dûr dixe û îzole dike. Gava tu ji wê cewhera xwe ya xweser dûr bikevî, helbet êdî tu ne 'xwe' yî. Tu dibî unsûr, hêman an jî kaniya jiyana devereke din û tu yê êdî bi awayekî xweser nikaribî xwe îfade bikî; wê rengekî din li te bê barkirin. Ev jî asîmlasyon bi xwe ye. Asîmlasyoneke hişk e." 

Asîmîlasyon koletiyê zêhnî tîne

Dîjle bilêv kir ku asîmlasyonê awayekî dîtir ê qirkirinê ye û wiha pê de çû: "Asîmlasyon di heman demê de, rê li ber qirkirinê vedike; qirkirineke nefizîkî, qirkirineke çandî. Ji lew re qirkirina çandî ji ya fizîkî pir dijwartir e. Ango ev qirkirina çandî, piştî wextekê te dike koleyê civakeke din. Koletiya ku em li vir behs dikin, helbet ne koletiya ku li ser esasê keda maddî hatiye avakirin. Em behsa koletiya li ser esasê zîhniyet, bîr, beden û ruhê tê avakirin dikin. Ev jî koletiya li ser koleytiyê ye ku ev asîmlasyon û qirkirin bi xwe ye. Ji ber ku tu êdî ji xwe dûr î û tu bi zimanekî din jiyana xwe îdame dikî. Tu nikarî bi kodên xweser ên civaka xwe bijî û tevbigerî. Çimkî zimanê serdest ê ku tu di bin hegemonyaya wê de çi li te ferz bike, tu li gor wê hereket dikî. Li gor bîr û baweriya min, ev di heman demê de koletî ye. Ev koletî çi dike? Mesafeyeke dûr û dirêj dixe navbera zimanê te û kesayetiya te. Ev mesafe dike ku tu bi kodên zimanê xwe tevngerî û ne fikirî."

Ji bo fermîbûna Kurdîî têkoşîn hewce ye

Dîjle bal kişand ser girîngiya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî û ev tişt gotin: "Ji ber vê, 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikamkî ya Cîhanê, rojeke girîng e, ji bo ziman û civakên bindest. Di heman demê de rojeke têkoşînê ye, ji ber ku ev roj bi bedelan hatiye ragihandin. Ev roj, çawa ji bo zimanên bindest ên din girîng be, ji bo Kurdîî jî xwedî wate û girîngiyeke mezin e. Lewma em vê rojê wekî roja têkoşînê ya zimanê Kurdîî ku bibe zimanê fermî û perwerdehiyê esas digirin. Divê civak jî bi vê hesasiyetê nêzî vê rojê bibe û hewl bide vê têkoşînê geş bike. Ji ber ku jiyana bi zimanekî din ango bi zimanekî biyanî, jiyaneke di bin nîrê kolonyaliyê de ye. Ji lew re gava tu bi vî zimanê ku zimanê te dagir kiriye jiyana xwe bidomînî, dê ev jiyan ne ji bo te ji bo wan be. Gava mirov bi rengê xwe jiyana xwe nedomîne an jî bi zimanê xwe rengekî li jiyana xwe bar neke, ew ne tu jiyan e. 

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.