Bêyî Ocalan aştî û çareserî nabe

Şemî 18 Çile 2025 - 02:55

Hevseroka Bajarê Amedê ya DBP’ê Sûltan Yaray anî ziman ku girtîmayîna Rêber Apo astengiya li pêşiya aştiyeke mayinde ye û destnîşan kir ku pêkhatina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê ji bo aştiyê bibe gaveke girîng û wiha got:"Tecrîda li ser Birêz Ocalan her tim dewam kir. Ti carî tecrîd bi dawî nebû. Dewlet baş bi vê yekê zane, Birêz Ocalan ne tenê şexsek e, ew lîderê gelekî ye. Di şexsê Birêz Ocalan de dixwazin dengê gelê Kurd bibirin. Lewma dixwazin tecrîdeke giran bimeşînin. Gelê Kurd êdî azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan dixwaze. Eger desthilatdarî vê yekê bike wê atmosfereke baweriyê biafire. Şert û muxabatê aştiyeke bi rûmet Birêz Ocalan bi xwe ye. Eger hiqûq bi cih bê anîn û tecrîd bi dawî bibe, ev yek wê ji bo gel bibe çavkaniyeke mezin a moral û motîvasyonê. Mixabin li aliyekî tecrîd dewam dike, li aliyê din jî êrîşên li ser Rojava dewam dikin. Eger bi navê aştiyê encameke erênî ji hevdîtinan tê xwestin, divê dest ji vê feraseta êrîşa li dijî Kurdan berdin. Heta ku tecrîd hebe mirov nikare qala aştiyê bike. Navnîşana aştî û çareseriyê Birêz Ocalan e. Bêyî Ocalan aştî û çareserî nabe. Hevdîtinên bi navê aştiyê têne kirin divê bi baldarî bêne meşandin. Divê desthilatdariya AKP-MHP dest ji zimanê dijminatiyê berde. Birêz Ocalan li gel tecrîda salên dûr û dirêj ji bo pêkhatina aştiyeke bi rûmet têkoşîneke mezin dimeşîne. Êdî li ser bingeha xwişk û biratiyê divê çareserî pêk were."

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.