Bêyî ku belgeyek hebe
În 8 Cotmeh 2021 - 01:18
Rêxistina Christian Peacemaker Teams (Tîma Aşitîxwaz a Xiristiyan-CPT) li ser taloqkirina dadgehkirina girtiyên Behdînanê got, zêdetirî salekê bêyî ku belgeyek hebe, aktivîstên Behdînanê di girtîgehê de tên hiştin.
Dihat payîn ku pêr li Dadgeha Duwemîn a Ceza ya Hewlêrê girtiyên Behînanê yên bi navên Amir Xalid Egîd, Firset Ehmed Seîd, Cemal Xelîl Mecîd, Silêman Musa Ehmed û Silêman Kemal Silêman bihatana dadgehkirin. Lê dadgehê bi behaneya ku du dadwer ne amadene, rûniştina dadgehê taloqî 21’ê Cotmehê kir.
Li ser taloqkirina dadgehê, Rêxistina CPT daxuyaniyek da û ragihand, ev cara sêyem e ev girtî danişîna dadgehkirina wan tên taloqkirin. CPT’yê got, “Ev girtî bêyî ku qet belgeyek pê bawer hebe zedetirî saleke bi awayek ne rewa di girtîgehê de ne û rê nayê dayîn li gel parêzeran hevdîtin bikin.”
Rêxistinê diyar kir wan li ser mijarê li Hewlêrê li gel Seroka Nûnertiya Yekitiya Ewrûpa Mari Parê axivîne.
HEWLÊR