Li Bexdayê parlamena federal xwe li budceya Herêma Kurdistanê asê kir. Parlamenterên Kurdistanê rûniştin protesto kir. Lahûr Talabanî aliyên Kurdistanî hişyar kirin û got, nebin aliyê krîzê, bibin yê çareseriyê.

Li parlamena Federal a Iraqê ji bo budçeya giştî ji bilî ya Başûrê Kurdistanê lihevkirin çêbû. Lê parlamenê vê carê, li şertê dahata ji petrolê nebihurî. Tevî ku parlamenterên bloka Kurd ji ber vê yekê rûniştina meclîsê deketin jî, biryara budceyê û nedana mûçeyên herêma Kurdistanê bû biryar. Aliyên Herêma Kurdistanê îro dicivin li ser miajrê. Hevserokê YNK´ê Lahûr Talabanî aliyên Kurd hişyar kirin da ku çareseriyê ava bikin.
Elaqedarê mijarê di çapemeniya PDK´ê de zêde nûçe nehatin belavkirin. Lê di rastiyê de ev yek ji wan mijaran e ku xelkê Başûr herî zêde elaqedar dike. Hikûmeta federal dibêje, piştî ku dahatên ji petrola Başûr bi dest wan bikevin, ew ê mûçeyan bidin.

Bi sergermî biryaran nedin

Ji ber ku îro wê aliyên Herêma Kurdistanê bicivin, Hevserokê YNK´ê Lahûr Talabanî jî elaqedarî meseleyê daxuyaniyek da û PDK di warê biryarên yekalî de hişyar kir: “Lîstina bi hisên welatparêz , ji bo krîzên aborî ne çareserî ye. Nabe ku em bihêlin şaşiyên rabihuriyê siberoja miletê me bixe tehlûkeyê. Milk û hebûna miletên Herêma Kurdistanê pîroz in û divê bîn parastin. Nabe ku biryarên bilez ber bi hesabên nû ên şaş ve bibe. Rêveberiya Kurdistanê divê maqûl be û ji esas ve li xwe binihêre, da ku ya dikare li Başûrê Kurdistanê hîna bê rizgarkirin, bê rizgarkirin. Divê çareserî ji aliyê me bê, ne krîzê.”

Behrem Salih aliyê Iraqê hişyar kir

Ji ber ku nexasim PDK xwe nade ber ku dahatên ji petrolê bide hikûmeta navendî, hikûmet jî budceya Herêmê nade. Sedema vê yekê jî peymaneke PDK´ê bi dewleta Tirk re ye ku firotina petrola Kurdistanê di ser Tirkiyeyê re pêk tîne.
Serokkomarê Iraqê Berhem Salih jî li ser mijarê daxuyaniyek da. Wî dana mûçeyên karmendên Iraqê bêyî çareserkirina mûçeyên karmendên Kurdistanê weke karekî kêm û bi tehlûke bi nav kir. Lê hîç behsa sedemên çaresernekirinê nekir.
Berhem Salih di dewamê de got; “Mixabin yasa bê ku li ber çavan were girtin û bê daxwaza Kurdan hatiye pejirandin. Ev jî di karê siyasî yê Iraqê de pêşbîniyek metirsîdar e, pêşwazîkirina mûçeyê karmendan ya bê çareseriya mûçeyê karmendên herêmê, karek ne temam e. Ji ber ku karmendên herêmê jî welatiyên Iraqê ne û mafê wan di destûrê de hatiye bicihkirin.”

Xeter li ser statuya Başûr

Gava mirov vê bûyerê, bûyera pêşniyaza parlamenterên bloka Şîî ya ji bo betalkirina xala 140´î di destûra Iraqê de bîne ber çavên xwe, eşkere ye ku xetereke cidî li ser statuya Kurdan li Iraqê heye. Me doh bi nûçeya xwe bi bîr xistibû ku çend parlamenterên bloka Şîî ji Komîsyona Bicihanîna Destûrê ya Parlamena Iraqê xwestiye ku xala 140´î bê betalkirin. Di vê xalê de bi referandûmê diyarkirina çarenûs û statuta parêzgehên Kerkûk, Selahedîn û Diyala heye.
Li aliyê din hin çavdêrên siyasî dibêjin, ev yek dikare ji bo siyasetên xelet ên PDK´ê bibe hincet da ku xwe bêhtir bi dewleta Tirk ve girê bide.

BEXDA