Bexdayê Başûrî ji Sûrî xilas kirin

Şemî 11 Îlon 2021 - 02:31

Ji ber rewşa xirab a aborî, nebûna ewlehiyê, rêveberiya gendel a Başûrê Kurdistanê û desthilatdariya PDK´ê gelek Kurd, nexasim jî ciwan Başûrê kurdistanê bi cih dihêlin û ji bo xwe bigihînin Ewrûpayê didin ser rêyên penaberiyê. Herî dawî 6 penaberên dixwestin di ser tirkiyeyê re biçin Ewrûpayê, hatin girtin. Dewleta Tirk ew dersînor kirin û dan dest çeteyên li Ezazê. 

Ev penaberên ji Başûr karîn doh vegerin Başûrê Kurdistanê. Beriya çend hefteyan dewleta Tirk 60 koçberên ji Başûrê Kurdistanê, ji Tirkiyeyê radestî çeteyên El- Nusra yên li Ezazê kiribû. Koçber li Ezazê dihatin ragirtin û rewşa wan xirab bû. Koçber doh bi navbeynkariya Iraqê vegerandin Başûrê Kurdistanê.

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku doh saet 16:00’an ew koçber vegeriyane Herêma Kurdistanê.

BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.