Bexda dibêje eşkere bikin

Sêşem 26 Çile 2021 - 02:26

Parlamentera Iraqê ragihand ku şandeya Herêma Kurdistanê ya niha li Bexdayê ne bes e û got; “Ji bo lihevkirina Bexda û Herêmê, divê rayedarên Herêmê hemû bên Bexdayê.”

Şandeke ji Herêma Kurdistanê pêr çûbû serdana Bexdayê û bi Lijneya Darayî ya Parlamena Iraqê re civiyabû. Parlamentera Iraqê Rêzan Şêx Dilêr ya ser bi fraksiyona YNK’ê, derbarê danûstandinên Hewlêr û Bexdayê de got, hinek pirsên Lijneya Darayî hebûn û wê xwest ev pirs werin zelalkirin. 

Rêzan Şêx Dilêr di dewamê de got; “Derbarê dahata herêmê de, hinek pirsên Lijneya Darayî hebûn û xwestin ev werin zelalkirin. Îro (yanî doh) wê careke din li ser heman mijarê civîn çêbibe. Ger bi vê şandeyê re jî lihevkirin çênebe, divê rayedarên Herêma Kurdistanê hemû bên Bexdayê.”

Gava nûçeya me dihat amadekirin, hîna ev civîn pêk nehatibû. Rêzan Şêx Dilêr behsa bandora şandeya li Bexdayê kir û wiha pêde çû; “Ev şande ne bes e, ji ber ku aliyên Iraqê ne amade ne bi vî awayî bûdceya herêmê pêşwazî bikin. Ji bo vê, tenê aliyên siyasî dikarin garantiya para herêmê bidin. Ji ber ku hizbên siyasî biryarê didin.”

ROJNEWS/BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.