Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê, doh bi hezaran xwedekaran bi kelecaneke mezin karnameyên xwe wergirtin û ketin betlaneya dawiya sala xwendinê.
Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi hezaran xwendekarên ji pênc dibistanên dayikê, çar dibistanên seretayî, du dibistanên navîn û dibistana amadeyî, bi dawîbûna sala 2022-2023’yan a sala xwendinê bi kelecan û kêfxweşiyeke mezin karnameyên xwe wergirtin. Li dibistana Şehîd Salih Kendal merasîma dayîna karnameyan bi kombûna xwendekaran, bi xwendina sîruda neteweyî dest pê kir. Piştre xwendekarên ku di refên xwe de pileya yekemîntiyê girtibûn yek bi yek navê wan hatin xwedin û hatin xelatkirin.
Her wiha piştî wê xwendekar ketin refên xwe, beriya ku karnameyên xwe wergirin mamosteyên wan têkildarî kêm û kurtiyên dersan a sala bihurî axivîn û wan da diyarkirin ku ji bo sererastkirina dersên ku tê de kêm mane, pêwîstî bi zêdetir xebitînê heye. Piştî wê, karnameyên xwendekaran hatin dayîn.
ROJNEWS/MEXMÛR