Beşek naxwaze aştî pêk were

Duşem 2 Hezîran 2025 - 02:50

Çavdêrê Siyasî Mihemed Nesredîn Guldereyî di derbarê banga Rêber Apo ya ji bo aştî û civaka demokratîk, her wiha biryara Kongreya 12’an a PKK’ê de axivî. Mihemed Nesredîn îşaret bi sedemên destpêkirina şerê çekdarî ya ji aliyê PKK’ê ve kir û got:“Dema ku şerê çekdarî hatî destpêkirin ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd bû. Li gor min ev pêvajoya ku niha jî ji bo bidestxistina mafên Kurda ye, bi bêdengkirina çekan karek gelek başe û hêvîdarim wê Kurdên Bakur û her çar parçên Kurdistanê bigihin mafên xwe.”

Di dewamê de Mihemed Nesredîn da zanîn ku dewleta Tirk ji aştiyê ditirse û got:“Dewleta Tirk wan hincetên ku dixwaze pê daxwazên xwe bicih bîne nemane. Dixwaze şer berdewam be, êrişên li ser Qendîl û Başûrê Kurdistanê belgeya wê çendê ne ku beşek ji desthilata Tirkiye ji aştiyê ditirsin.”

Têkildarî helwesta aliyên siyasî yên Başûr a li ser pêvajoyê jî Mihemed wiha got:“Pêngavekî gelek baş bû tevayî aliyên Başûr piştgiriya xwe nîşandan. Pêwîste aliyên siyasî hîn zêdetir ji bo pêşxistina pêvajoya aştiyê bixebitin. Ji ber peywendiyên navdewletî yên hikûmeta Herêmê bihêzin dikare ji bo pêşxistina pêvajoyê bikarbîne.”

Di dirêjiya axaftina xwe de Mihemed Nesredîn destnîşan kir ku dema pêvajoya aştiyê bi serkeve wê rewşa Başûrê Kurdistanê jî gelek baştir bibe û got:“Ji berku ti hincetek namîne ji bo xurtkirina peywendiyên li dijî PKK’ê. Ger li Tirkiye aştî pêkwere, wê ti hincetek ji bo berdewamkirina van peywendiyên liser esasê dijbertiya PKK’ê nemîne. Pêvajoya aştiyê di navbera du aliyan de pêktê, her aliyek daxwazên xwe hene. Li gor min tişta ketî ser milên PKK’ê û Ocalan bicih anîn. Vê yekê jî nîşan da ku gelê Kurd çiqas aştîxwazin û amadene ji bo pêkhatina aştiyê biryarên herî zehmet jî bidin.”

ROJNEWS/KERKÛK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.