Beşdarî kampanyayê bibin

Sêşem 1 Îlon 2020 - 17:20

  • KNK'ê di encamnameya civîna xwe ya Konseya Rêveber de bal kişand ser kampanya ji bo azadiya Rêber Apo ya li qada navneteweyî tê meşandin û banga beşdarbûnê kir.

Encamnameya civîna Konseya Rêveber a KNK'ê ku di 30'ê Tebaxa 2020'an de hate lidarxistin hate eşkerekirin.
Di daxuyaniya li ser encamnameyê de, hate ragihandin ku Konseya Rêveber a KNK'ê civîna xwe ya asayî roja 30'ê Tebaxê li dar xistiye û rewşa siyasî ya li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê bi berfirehî nirxandiye.
Hinek beşên ji encamnameya civînê wiha ye:
"Îro Kurd û Kurdistan careke din di bin berpirsiyariyeke mêjûyî de ne. Têkoşîn û çareseriya pê re rû dide ku îro li Kurdistanê derdikeve holê, bandora xwe li derveyî sînorê xwe jî dike. Ji bo ev yek pêk neyê, dewleta Tirk bi hemû hêza xwe li ber radibe û bi dijwarî şer dike. 
Dewleta Tirk a dagirker, îro wek djiminê sereke li dijî Kurd û Kurdistanê ye û li ser hebûna Kurdan xetereyeke mezin e.
KNK bi taybet berxwedana gel û gerîllayan ya li dijî dagirkeriya Tirkan li devera Heftenînê, wek berxwedaneke Neteweyî û Nîştimanî ya li dijî dagirkeriyê dibîne. Bi giştî gelê me yê Behdînan ev 2 meh in, li dijî dagirkeriyê di nav helwesteke wêrek û berpirsyariya neteweyî de ye. Şerê Heftenînê, tenê erka beşeke siyasî ya Kurdan nîne, belku pewîst e ku gel û hêzên kurdan hemû lê xwedî derkevin. Encama serkeftina şer û berxwedana Heftenînê ew ê paşeroja dewleta Tirk jî nîşan bike. 

Dema azadiyê hat

KNKê hem wek erkeke neteweyî hem jî, ji ber ku keda rêzdar “Abdullah Ocalan” di sazkirina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê de xwedî roleke serekê bû, biryar da ku di asta navneteweyî de beşdarî kampanya azadkirina birêz Abdullah Ocalan bibe. Wekî tê zanîn sendîkayên herî mezin yên Brîtaniyayê û gelek rêxistinên sivîl yên cîhanî li gelek aliyên cîhanê dixwazin di bin navê “Dema Azadiyê Hat” Kampanyayekê ji bo azadkirina birêz Ocalan dest pêbikin.
KNK'ê banga hemû Kurd û Kurdîstaniyan dike li hemû deran beşdarê vê kampanyayê bibin. 

Şengal meseleyeke neteweyî ye

Mijareke girîng ya civîna konseya reveber ya KNKê, rewşa Êzdîxanê bû. Vegera gelê me yê Êzdî ji bo Şengalê gaveke pir pîroz e. Mîsogerkirina ewlehî û danpêdana navxweyî û navneteweyî ya Şengalê wek Ezdîxan erkeke neteweyî ya dîplomasiya Kurd e. Pewîstiya xurtirkirina dîplomasiya Kurd li gel Baxda, Herêma Kurdistanê û asta navdewletî heye. Her wiha ji bo avakirina Şengalê jî, divê gelê me li her derê bi alîkariya madî beşdarî jinûavakirina Êzdîxanê bibe. Doza Şengalê, pirseke neteweyî ye û ji bo tevahî Kurd û Kurdistanê ye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.