Bes derewan bike PDK!

Pêncşem 17 Kanûn 2020 - 16:35

  • YPG'ê li ser daxuyaniyên hikûmeta PDK'ê yên gunehbarkirina YPG'ê, daxuyanî da û got, YPG'ê ti êriş nebiriye ser ti baregehên pêşmerge û ji bo vê jî ti sedem nîne. YPG'ê bang li rayedarên hikûmeta PDK'ê kir da ku dev ji siyaseta xwe ya êrişkariyê û provokasyonan berdin.

Fermandariya Giştî ya YPG`ê daxuyaniyên Serbest Lezgîn ê ku ji qirkirina Êzîdiyan li Şengalê di asta jor de berpirsiyar e, li derewê qelibandin û got, “Hêzên me êrişî Pêşmergeyan nekirine”.

Serbest Lezgîn, bêyî ku haya wezareta Pêşmergeyan jê hebe, bi sifetê cîhgirê wezîrê pêşmergeyan pêr daxuyaniyeke sosret û derew dabû û îdîa kiribû hêzên YPG'ê êrişî hêzên pêşmerge kirine. Beriya vê sosretê sosreteke din qewimî bû: serokwezîrê hikûmeta PDK'ê Mesrûr Barzanî muxbirî ji dewleta Tirk re dikir, giliyê QSD'ê li cem nûnerê wê yê Sûrî Rayburn kir. Barzanî bi telefonê xebero ji Rayburn xwestiye alîkariya didin QSD'ê negihîje dest PKK'ê. Ka bi rastî wî ev ji Rayburn re gotiye jî nayê zanîn, lê ofîsa wî ev agahî wisa belavkirin. Eşkere ye ku dixwazin xwîna Kurdan birijînin. Jixwe kemîna li gerîlayên Kurdistanê li nêzî Amediyê pitir pêr wan vedayî jî beşek ji vê xuya dike. Axir YPG'ê Serbest Lezgînê ku bi derewan li ser navê wezareta pêşmergeyan daxuyanî dayî, tekzîb kir yanî got, ew derewan dike. YPG'ê bi xweşikî bang li rayedarên PDK'ê kir ku dev ji provokasyonan berdin.

Fermandariya Giştî ya Zekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê piştrast kir ku hêzên wan ti êriş nebirine ser hêzên Pêşmerge û ew rêzê li serweriya Herêma Kurdistanê digirin. YPG'ê her wiha bang li serokatiya herêmê kir da ku dev ji siyaseta êrişkarî û provokasyonan berde.
Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPG'ê wiha ye:

YPG'ê ti êriş nekirine

“Hêzên me êrişî hêzên Pêşmergeyan nekirine û em rêzê li serweriya Herêma Kurdistanê digirin.

Di salên bihurî de bi awayekî daîmî pêvajoyên hevrêziya hevbeş di navbera Rojava û herêma Kurdistanê de hebûn û dewan dikin. Ev peywendî di çarçoveya şerê li dijî DAIŞ`ê û pêkanîna aramî û ewlehiya herêmê de dihatin kirin. Di encama vê hevrêziyê de gelek aloziyên li ser sînor, çareser dibûn.

Hêzên me di 16`ê Kanûnê de, li nêzî navçeya Sihêla êriş bi ser ti baregehên Pêşmergeyan de nebirine. Ti sedem tine ye ku êrişeke wiha biqewime. Derbarê mijarê de gelek daxuaniyên ragihandinê hatin dayîn ku rewşê mezin dikin û ji rastiyan dûr dixin. Di rastiyê de, tişta ku qewimî di encama peywendî û hevrêziya kêm di navbera me û kes û saziyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê de bû.

YPG rêzê ji serweriya Herêma Kurdistanê re digire

Berovajî wê, em weke Yekîneyên Parastina Gel rêzê li hemberî xweseriya Herêma Kurdistanê digirin û bang li wan dikin ku dev ji siyaseta êrişkariyê, provokasyonan û tawankeriyê berdin. Divê pirsgirêk hemû bi rêya danûstandin û diyalogê werin çareserkirin.”
Piştî daxuyaniya banga maqûlbûn û diyalogê li PDK'ê dike, gelo wê rayedarên hikûmeta PDK'ê di siyaseta xwe ya xulamiya dewleta Tirk û derew û provokasyonên xwe de dewam bikin yan na, hîna ne diyar e.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.