Gerîlayên YJA Starê 2'ê Îlonê derb li helîkoptereke êrişê xistin. Vê helîkopterê dixwest bombeyan li devera Tîpa T ya herêma Zapê bibarîne. Helîkoptera ku derb xwar, neçar ma ji herêmê biçe.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye: "Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de; 31'ê Tebaxê saet di 05:00 de li ser rêya Şemzînan-Geverê ya Colemêrgê, hêzên me li nuqteya kontrola rê xist. Di vê çalakiyê de hejmara dagirkerên cezakirî û yên birîndar, nehate zelalkirin.
2'ê Îlonê saet di 00:30'î de li herêma Zapê, hêzên me yên YJA Starê li helîkoptereke êrişê xist, vê helîkopterê dixwest bombeyan li devera Tîpa T bibarîne. Helîkoptera êrişê ya ku derb xwar neçar ma ji herêmê biçe.
2'ê Îlonê saet di 19:00 de li herêma Zapê li dijî dagirkerên li devera Cîloyê Piçûk, hêzên me bi çekên giran çalakî kir. Gerîlayan bi rengekî serketî li hedefên diyarkirî xist.
Li qada berxwedanê ya Werxelê ya herêma Avaşînê; 2'ê Îlonê saet di navbera 01:30-02:30'î de artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyan û çekên giran bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barandin. Dagirkeran xwest piştî bombardûmanê bi pêş ve biçin. Berxwedêrên Werxelê ji nêz ve li dagirkeran da û dagirker neçar man vekişin.
3'ê Îlonê saet di navbera 06:50-09:00 de artêşa Tirk a dagirker careke din sûcê şer kir û bi gazên bi jehr êrişî qada berxwedanê ya Werxelê kir.
2'ê Îlonê saet di navbera 11:30-19:10'an li herêma Zapê qadên Çemço, Sîda û gundê Rençbiraxa ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hatin bombekirin. Şewata ku ji ber bombardûmanê rû da hîn jî dewam dike.
2'ê Îlonê saet di navbera 20:40-22:00 li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê derdora gundên Dêşîşê, Êdînê, Kêste, Serarû û Hirorê û qadên Koordîne û Kela Qumriyê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.
3'ê Îlonê saet di navbera 08:00-09:00 de li herêma Garê gundên Kafya, Şêranê û Rêdinê bi balafirên şer hatin bombekirin. Şewata ku ji ber bombardûmanê dewam dike."
BEHDÎNAN