- Malbata Şenyaşar a berxwedêr, li Stenbolê çû serdana ÎHD û Partiya Şoreşger.
Malbata Şenyaşar a berxwedêr, li Stenbolê çû serdana ÎHD û Partiya Şoreşger.
Hevser û du kurên Emîne Şenyaşarê 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya ser bi Rihayê bi destê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz hatin qetilkirin. Ji bo edaletê û cezakirina kujeran tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bûbû, ji 9'ê Adara par û vir ve li ber Edliyeya Rihayê, Emîne Şenyaşar nobetê digire. Çalakiya Nobeta Edaletê îro dikeve roja 302’yan.
Ferît Şenyaşar, ji bo tevlî Forûma Gel a Hêzên Têkoşîna Yekbûyî bibe, pêr çû Stenbolê, doh ji bo piştgiriya hiqûqî ya bi nobeta wan a edaletê re ew çû serdana Şaxê Stenbolê yê ÎHD'ê û Serokatiya Bajarê Stenbolê ya partiya Şoreşger a Yekbûyî.
Bêwijdanî ye
Endamên ÎHD’ê û DÎB’ê di dema serdanê de qala girîngiya têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar kir û got, ew ê piştevaniya xwe bidomînin.
Ferît Şenyaşar, pişt re çû serdana Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn. Keskîn di serdanê de got, ew ê bikevin nav hewldanên hiqûqî û diyar kir ku tişta hatine serê malbata Şenyaşar, bêwijdanî ye. Keskîn got, têkoşîna edaletê ya malbatê ji her kesî re bûye hêvî.
STENBOL