Berxwedana mamostayan

Duşem 10 Sibat 2025 - 03:10

Çalakiya mamosta û karmendên nerazî ya li ber derê ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Silêmaniyê ya dijî nedana mûçe, di roja 14’an de dewam dike. Mamostayan biryardan ku çalakiya xwe bibin Hewlêrê. Divê çarçoveyê de mamosta û karmendên nerazî bi çend wesayîtan ber bi Hewlêrê birêketin. Mamosta dixwazin li Hewlêrê dijî nedana mûçe çalakiyek lidarbixin.

Lê PDK’ê rê neda xelkê Silêmaniyê derbasî Hewlêrê bibe, di heman çarçoveyê de PDK li seytere û nava Hewlêrê kete nav liv û tevgerê. Bi taybet tê gotin PDK’ê gelek çekdar li seytereyên di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de kom kiriye û dixwaze rê li çalakiya mamostayan bigire.

Rewşa awarte li Hewlêrê

Piştî ku mamosta û karmendên nerazî, ji Silêmaniyê ber bi Hewlêrê birê ketin daku li Hewlêrê bi çalakiyekê daxwaza mafê xwe bikin, Waliyê Hewlêrê Umêd Xoşnaw di derbarê hatina mamosta û karmendên Silêmanî ya ji bo Hewlêrê de axivî û gef li mamostayan xwar. Umêd Xoşnaw diyarkir ku heta niha kesê destura xwepêşandanê ji wan nekiriye û got:“Eger hin kes bixwazin xwepêşandan bikin û rêz li yasayê negirin, wê destwerdan were kirin. Hewlêr mêvan perwere lê taqeta wê ji wergirtina mêvanên bi vî rengî re nîne.”

Li aliyekî din li gorî agahiyên hatine girtin, doh Cîgirê Serokê Yekitiya Mamostayan a Şaxa Hewlêrê û Rêveberê Sekreteriya Mamostayên Pêşeng, Newzad Omer ji aliyê asayîşa Hewlêrê ve hat binçavkirin. Ev jî di demek de ye ku vê sibehê mamosta û karmendên nerazî, ji Silêmaniyê ber bi Hewlêrê birê ketin. Mamosta dixwazin li Hewlêrê bi çalakiyekê daxwaza mafê xwe bikin. Hêjayî bibîrxistinê ye 14 rojin komek ji mamosta û karmendên nerazî yên Silêmaniyê ji ber nedana muçe û mafên din ên mamosta û karmendan li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Silêmaniyê di greva birçîbûnê de ne.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.