Berxwedana li vir bêwêne ye

În 31 Çile 2025 - 03:15

Ji bo ragihandina berxwedana li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê rojnamevanên li herêmê roleke girîng girtine ser milên xwe. Tevî ku gelek caran rojnamevan li bendava Tişrînê û dervayî wê jî hatin hedefgirtin, lê israra her rojnamevanekî ku bi kamereya xwe rûyê heqîqetê derxe holê bilind dibe. Ew heqîqeta ku bi Gurbetellî Ersoz re destpê kirî, bi Nazim û Cîhanan re berdwam kir. Rojnamevanên ku şahidî ji vê berxwedana dîrokî re dikin, ji ANF’ê re axivîn. Nûçegîhanê Ronahî TV’yê Berxwedan Hemo, anî ziman ku li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê ev nêzî meheke berxwedaneke dîrokî tê raberkirin û got:“Li Bendava Tişrînê berxwedanek bêhempa heye. Çawa me DAÎŞ’ê têk bir, em ê êrîşên çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên dagirkeriyê jî têk bibin. Ev bertek û helwesta gelê li vire.” Berxwedan, diyar kir ku ew ê xwedî li mîrateya şehîdan derkevin û got ku heta dawiyê dê dengê heqîqetê ragihînin.

Çavên wan li destketiyan e

Nûçegîhana Jin TV’yê Rebîa Êto, anî ziman ku berxwedana gel a li Bendava Tişrînê bi awayekî dorveger û bênavber didome û got:“Ji bo parastina ax, av û eletrîka xwe, li dijî hemû êrîşên dagirkeriyê, berxwedaniyeke ezîm tê kirin. Li ti deverê mînaka berxwedaneke bi vî rengî nîne. Em weke rojnamevanên li vir, ji bo ragihandina rastiyê çi ji destê me bê em ê bikin.”

Rebîa Êto, diyar kir ku êrîşeke ku nayê wesifkirin ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tê kirin û behsa berxwedaniya li hemberî êrîşan kir:“Dijmin xwe li ber berxwedana gel ranagire û bi hemû hêza xwe êrîş dike. Di encama êrîşan de bi dehan sivîl şehîd bûn û sedan jî birîndar bûn. Lê gel bi coş û dîlanên xwe bersiv dide dagirkeran. Di roja salvegera serketina Kobanê de gelê Kobanê ew roja pîroz li vir li ser bendavê pîroz kirin, careke din ew dîlan hat hedefgirtin. Di encamê de 14 kes birîndar bûn.” Rebîa Êto, da xuyakirin ku wê hemû netew bi çand û nasnameya xwe, xwe bidin îfadekirin û got:"Çavên dewleta Tirk li van destkeftiyane, lê gelê me li vire. Lewra ew gel tê hedefgirtin, em ê bibin dengê vî gelî û ji raya giştî re bidin diyarkirin ku em ê heta dawiyê xwedî li gelê xwe û kamereya xwe derkevin."

ANF/BENDAVA TIŞRÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.