‘Berxwedana Jinê’ li Hesekê bi dawî bû

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 22 Mijdar 2023 - 00:22

Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinê bi dirûşmeya “Berxwedana Jinê”, pêşangeheke tabloyan vekiribû. Şêwekarên jin ên herêma Cizîrê ev tablo xêz kiribûn. Çalakî di çarçoveya çalakiyên tevger û rêxistinên jinan ên bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Şideta beramberî Jinan a Cîhanê (25 Mijdar) hatibû lidarxistin.

Pêşangeh li bajarên Reqa, Tebqa, Minbic, Kobanê, Dêrik, Qamişlo û Amûdê hat lidarxistin. Li bajarê Hesekê jî pêşangeh hat vekirin û tabloyên ku bal birin ser rola jinan û têkoşîna wan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hatin nîşandan.

45 tabloyên 30 şêwekarên jin ên ji herêma Cizîrê, li Parka Xwendinê ya li bajêr hatin nîşandan. Xelkê bajêr, nexasim jî jinan elaqeyeke mezin nîşanî pêşangehê da.

Li kêleka tabloyan, şêwekarên beşdarî pêşangehê bûn, der barê tabloyên xwe de sînevîzyonek jî nîşan da.

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.