Berxwedana gerîla dewam dike
Pêncşem 30 Îlon 2021 - 02:08
HPG'ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker li hemberî gerîla bêçare maye, û bi çekên kîmyewî bombardûmaneke giran dike. HPG'ê diyar kir ku berxwedana gerîla ya li dijî vê êrişê, bênavber dewam dike.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî berxwedana gerîla û êrişên dagirkeriyê got, "Li herêma Avaşînê li qada berxwedanê ya Werxelê; ji êvara 28'ê Îlonê heta sibeha 29'ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî û çekên giran devera berxwedanê ya Werxelê bombe kir. Artêşa Tirk bi bikaranîna çekên kîmyewî sûc li dijî mirovahiyê dike, li hemberî berxedana dîrokî ya bi îradeya Apoyî, nekarî bi pêş ve biçe.
28'ê Îlonê saet di 11:00´an de li qada Goşînê ya Xakurkê bi balafirên şer Girê Rostê hate bombekirin.
28'ê Îlonê saet di 11:50'î de li herêma Garê qada Kafya bi balafirên şer hate bombekirin.
28'ê Îlonê saet di navbera 11:00 û 00:00´ê de li herêma Zapê qadên Sîda, Tîpa T, Girê Şehîd Sîmko bi balafirên şer û helîkopterên êrişê hatin bombekirin. Şewata ji ber bombardûmanê a li deverê dewam dike.
28'ê Îlonê ji saet 23:50'î heta sibeha 29'ê Îlonê qada Girê Şehîd Întîqam bi helîkopterên êrişê hate bombekirin."
BEHDÎNAN