• HPG´ê bîlançoya şerê 6 mehên dawî yê li Herêmên Parastinê yên Medyayê eşkere kir û da zanîn ku gerîlayan di 2 hezar û 256 çalakiyan de 2 hezar û 346 dagirker kuştine. Di vî şerî de bi giştî ji 14´ê Nîsanê ve 153 gerîla şehîd bûne.  

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da zanîn ku di çarçoveya Pêngavên Şoreşgerî yên Bazên Zagrosê û Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de di şerê 6 mehan ê ji 14'ê Nîsanê heta 14'ê Cotmehê de 2 hezar û 346 dagirker hatine kuştin û 10 helîkopter hatine xistin.

HPG´ê got, “Şerê giran ê şeş mehan careke din nîşanî dost û dijminan da ku gerîlayên azadiyê yên li ser xeta Apoyî şer dikin, têk naçin. Gerîlayên azadiyê ku ji Bakur heta bi Başûr li her qadê bi şarezayî şer dikin, li ser rêya serketinê ya ku fermandarên me yên fedaî yên nemir Sara Tolhildan Goyî û Rûken Zelal nîşan dan, bêteredût dimeşin û careke din îsbat kirin ku ti hêz nikare meşa me ya azadiyê bisekinîne. Fermandarên YJA Starê hevrê Dîcle, Dîren û Adar ku li eyaleta Amedê bi lehengiyeke mezin li ber xwe dan û bi ruhê xwe yê berxwedanê nîşan dan ku li gerîla li Amedê çiqasî qewîn e û têk naçe. Mîna li berxwedana Cûdî, li Bestayê jî berxwedana bi lehengî ya hevrê Dijwar û Yûsif raxist pêş çavan ku kevneşopiya berxwedanê ya Botanê îro jî bi xurtî tê temsîlkirin. Sekna bi lehengî ya hevrê Aso Dîren û Evîn Rêber a li Geverê, karakterê berxwedêriyê yê jinên Kurd a di vê demê de bi hêztir kiriye. Her wiha li Omerya ya Mêrdînê li dijî hêza artêşê û teknîka mêtingeriyê ya qirkeriya Tirk, berxwedana lehengî ya hevrêyên me Xebat û Zana ku 3 rojan bi destanî li ber xwe dan, dijmin bêçare hiştin. 

 

Artêşa Tirk li dijî berxwedanê sûc dike

Artêşa Tirk a dagirker li hemberî berxwedana hevrêyên me yên bi wêrekî û fedakariyeke mezin şer dikin, negihîşt armanca xwe û derbên giran xwarin, bi balafirên şer, bi helîkopterên êrişê, bi obus, hawan, tank û topan bi deh hezaran caran êriş kir. Artêşa Tirk di vê demê de ji PDK'ê piştgiriyeke xurt wergirt, her wiha cerdevan-çeteyên ji Bakurê Kurdistanê û Sûriyê peyda kirin, bi rengekî çalak di vî şerî de bi kar anîn. Li gel vê yekê jî li hemberî berxwedana dîrokî ya hevrêyên me nekarî encama dixwaze bi dest bixe. Ji ber vê li pêş çavên tevahiya cîhanê çekên kîmyewî û bombeyên di asta navneteweyî de hatine qedexekirin bi kar anîn. Hêzên me ev sûcên şer bi belge kir û pêşkêşî raya giştî kir. Lê belê ji raya giştî ya navneteweyî helwêsteke xurt a dijber nehate nîşandan, lewma jî artêşa Tirk bi hêza ji vê xemsariyê wergirtî êrişên nemerdane, tirsonekî roj bi roj zêde kirin. Ji destpêkirina êrişên dagirkeriyê û vir ve di nava 6 mehan de li Qadên berxwedanê 2 hezar û 476 caran bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî êriş bir ser tunel û çeperên şer û sûcê şer kir.

 

Bi 2 hezar 256 çalakiyan

2 hezar 346 dagirker kuştin

Li gel van êrişan hemûyan, gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê 2 hezar û 256 caran çalakî kirin û 2 hezar 346 dagirker ceza kirin. 

Bi saya fedakarî û ruhê fedaî yê gelekî mezin, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a sûcdarê şer, planên qirkirina gelê Kurd hatin astengkirin. Di şerê 6 mehan de 153 hevrêyên me di nava berxwedana herî bi heybet a dîrokê de sekneke bêhempa nîşan dan, kirin ku dijmin windahiyên herî giran ên dîroka xwe bidin û gihîştin şehadetê. Bi pêşengiya hevrêyên me Nûrî Mizgîn, Rohat, Şaristan, Mahîr, Bager, Avzem, Dogan, Nalîn, Guven, Zamanî, Ronahî, Helbest, Fedaî, Siyabend, Berfîn û Mêrdîn de em hemû şehîdên xwe yên destaneke lehengî afirandin bi rêz û minet careke din bi bîr tînin. Em soz didin ku li ser bingeha xeta şehîdan berxwedanê xurtir bikin û bîranîna şehîdên me yên ezîz bi serketinê tacîdar bikin.”

 

Daneyên sereke yên bîlançoyê

Li gorî daxuyaniya HPG´ê daneyên sereke yên bîlançoya şerê şeş mehan ê ji 14'ê Nîsanê heta 14'ê Cotmehê wiha ne:

Çalakiyên gerîlayan

* 2 hezar û 256 çalakî hatin lidarxistin.

* 2 hezar û 346 dagirker hatin kuştin; ji van 12 kontra û 17 jî leşkerên payebilind bûn.
* 310 dagirker birîndar bûn.

Êrişên dagirkeran li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê

* 3 hezar û 491 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
– 4 hezar û 197 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
– Çeper û tunelên şer ên gerîla 2 hezar û 476 caran bi bombeyên navneteweyî qedexekirî (bombeya fosfor, bombeya termobarîk, bombeya taktîk nukler) û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Çekên gerîla desteser kirî

* 10 çekên MPT-55
* 4 çekên AK-47
* 3 çekên G-3
* 3 çekên bombeavêj
* 2 çekên M-16
* 2 çekên HK-416
* Çekek BKC
* Çekek Roketavêj a B-7
* Çekek MPT-66 û gelek sîleh, cebilxane, teqemenî û materyalên şer ên din ên weke 3 dûrbînên Termal, 3 amûrên destnîşankirinê yên lazerê, 4 sîstemên kamerayê

Amûr û alavên leşkerî yên gerîla îmha kirine
* 7 Helîkopterên Skorsky
* 3 Helîkopterên Êrîşê
* 2 Tank
* 17 Wesayitên Zirxî-Leşkerî
* 4 Kepçe
* 57 Sîstemên Kamera yên Mobesse
* 49 Drone
* 7 Radar
* 5 Kamerayên Termal û gelek amûr û înstalasyonên din ên leşkerî yên weke 3 cîhazên tevlîhevkirina sînyalê (Jammer), 91 çeper, 5 çekên A4.

HPG´ê wekî din da zanîn ku gerîlayan derb li 43 helîkopterên Skorsky û 32 helîkopterên êrişê û gelek wesayîtên din jî xistine.

BEHDÎNAN