Berxwedana deşt-î Kerbelayê ye

Duşem 31 Tebax 2020 - 15:32

  • KCK'ê bi wesîleya bidawîbûna rojiya Muharrem daxuyaniyek da û xwest Elewî li dijî rejîma senteza Tirk Îslamê di nava eniyeke hevpar a demokrasiyê de cih bigirin.

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê bi wesîleya bidawîbûna rojiya Muharrem daxuyaniyek da û li dijî rejîma senteza Tirk Îslamê bang li Elewiyan kir ku di nava eniyeke hevpar de têkoşîna xwe ji bo demokrasiyê mezin bikin.
Di daxuyaniyê de rojiya Muharrem û berxwedana Kerbelayê hate bîranîn û hate gotin, "Em hêvîdar in ku îbadeta canên Elewî ku vê berxwedanê bi rojiyê û parvekirina Aşûreyê bi bîr tînin û Misilmanên Şîa yên şînê digirin, bê qebûlkirin. Em dixwazin bêjin, yên ku berxwedana Kerbelayê ya Îmam Huseyîn bi îbadetê bi bîr tînin, xwedî li nirxekî gelekî girîng ê mirovahiyê derdikevin. Di vê serdemê de jî pêwîstî bi berxwedaneke bi vî rengî heye, lewma bîranîna vê berxwedanê û xwedîderketina li wê ji bo mirovahiyê xwedî wateyeke gelekî mezin e. Em hêvîdar in ku yên bi ruh, hişmendî û baweriya berxwedanê rojiyê digirin û pariyên xwe parve dikin, ev xizmeta wan li qada heq bê qebûlkirin. Bi heman hest û fikrî em di wê baweriyê de ne ku dûa û îbadeta Misilmanên Şîa yên Kerbelayê bi bîr tînin, wateya xwe ya Îslamî mezin e."
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Berxwedana Îmam Huseyîn û hevrêyên wî ya li Deştî Kerbelayê, li dijî zilm, zext û êşkenceya Yezîtan a li ser gelên Rojhilata Navîn, temsîla sekna maf û rastiyê ye. Ev sekn, li xaka Rojhilata Navîn bû nîşaneya şênber a ruh, bawerî û hişmendiya azadiyê ya beriya 1380 sal (Hicrî), 1340 sal berê. Xebat berxwedanê ya Kerbela nîşan da ku li dijî Yezîtan wê her tim bibe ya Îmam Huseyîn. Fermana wê yekê da ku têkoşîna li dijî Yezîtên vê serdemê, bi qasî nan û avê pêwîst e û pîroz e. Em di wê baweriyê de ne ku canên Elewî yên bi vê gêhiştin û baweriyê rojiyê digirin û Aşûreyê parve dikin, ji aliyê manewî ve xizmeteke mezin dikin, bi vê rêyê rêûresma berxwedanê ya li dijî zaliman didomînin.
Bi wesîleya rojê em dibêjin ku di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de ku tevgereke hemdem a Huseyîn e, cih bigirin û em ê xwedî li bîranîna wan derkevin. Em bang li her kesî dikin ku tevlî nava refên têkoşîna azadî û demokrasiyê bibin."
ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.