HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Avaşînê di navbeyna gerîlayên HPG/YJA Starê û dewleta Tirk a dagirker de şerekî giran heye û hîna jî didome.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê doh got, "Li Herêma Avaşînê; Artêşa TC’ê ya dagirker 23’yê Cotmehê li herêma Avaşînê li qadên Stûnê, Gundê Çiyê, Girê Şehîd Rizgar, Girê Şehîd Firat û Girê Şehîd Elî operasyoneke dagirkeriyê da destpêkirin. 25’ê Cotmehê derengiya şevê artêşa TC’ê ya dagirker li qada Girê Şehîd Dîren piştî ku leşker danîn, bi teqemeniyan bombe kiriye.
27’ê Cotmehê artêşa TC’ê ya dagirker qada Girê Şehîd Dîren 10 caran bi teqemeniyan bombe kiriye. 28’ê Cotmehê dagirkeran dema ku xwestin bi pêş ve biçin hêzên me bi taktîka sabotajê li wan da. Di çalakiyê de bi kêmanî dagirkerek hat cezakirin.
27’ê Cotmehê saet 16:08’an Qada Berxwedanê ya Girê Qertel bombe kirin.
29’ê Cotmehê artêşa TC’ê ya dagirker li qada Basta û Stûnê operasyoneke dagirker da destpêkirin.
Li dijî vê operasyona dagirker ku artêşa TC’ê dayî destpêkirin hêzên me bi giyanekî qeyîm ê Apoyî li ber xwe didin. Di navbeyna dagirker û hêzên me de di zik hev de şer didome.”
BEHDÎNAN