Berxwedana 2 lehengan

Çarşem 12 Cotmeh 2022 - 00:13

  • HPG'ê da zanîn ku di şer de hêzên wê 20 leşkerên dagirker ên din kuştine û fermandarên wê Xebat û Zana jî li Omeriya Mêrdînê 2 şev û 2 rojan bi qehremanî li ber xwe dane û paşê şehîd bûne.

HPG´ê bi daxuyaniyên doh û pêr da zanîn ku hêzên wê 20 leşkerên dagirker kuştine, 2 çeper û 3 pergalên kamerayê îmha kirine. Di şer de 2 gerîla jî şehîd bûne.   

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê doh got, “Di çalakiyên hêzên me de 12 dagirker hatine cezakirin, 11 dagirker jî birîndar bûn. Di çalakiyan de 2 pergalên kameraya mobese hate îmhakirin, derb li kepçeyekê, 2 konên leşkerî û çeperekê hate xistin. Artêşa Tirk a dagirker 31 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî, 8 caran bi balefirên şer, bi dehan caran jî bi obus, hawan, tank û çekên giran li Qadên Berxwedanê dan.”

HPG´ê pê jî got, “Di encama çalakiyên hêzên me de 8 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper û sîstemeke kamera ya mobesse li gel xefikekê hatin îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 9 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî, bi dehan caran bi obus, tank, hawan û çekên giran bombe kir.”

 

Gerîlyan 20 dagirker kuştin

Yanî di çalakiyên doh û pêr eşkere kirî de 20 leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin.

HPG´ê doh da zanîn ku di şer de 2 gerîla jî li devera Omeriya ya Mêrdînê 7´ê Îlonê şehîd bûne: “Di 4’ê Îlonê de li qada Omerya ya Mêrdînê du hevalên me dema li ser peywira xwe bûn, rastî hêzên dijmin hatine. Hevalên me bi bombeyên destan û çekan ji nêz ve bi xurtî li dijmin dan û bi selametî ji qada şer derketin. Dijmin di 5’ê Îlonê de li qada Omerya operasyonek daye destpêkirin û saet di 12.50’î de di navbera hêzên me û dijmin de şer çêbû. Vî şerî heta 7’ê Îlonê destê sibehê dewam kir. Hevalên me du şev û du rojan bi qehremanî şer kirin. Dijmin ji ber ku nekariye bi her du hevalên me, 6 caran bi balefirên şer û 2 caran jî bi helîkopterênên êrişê dever bomberdûman kir. Ligel van bomberdûmanan jî dijmin nekariye encamekê bi dest bixe, kepçeyên zirxî anîn û xwestine biçin ser çeperên hevalên me. Li vir hevalên me li vê kepçeyê jî dan. Hevalên me Xebat  û Zana du roj û du şevan bênavber heta fîşeka xwe ya dawî, li dijî hêza dijmin û teknîka dijmin şer kir û ji bo ku nekevin destê dijmin bi fedaî şehîd bûn. Di van şeran de 2 dagirker hatin cezakirin, 2 jê bi giranî 7 dagirker jî birîndar bûne.

 

Bi van fermandaran serketin misoger e

Hevalên me Zana û Xebat ên ku bi rastî jî qehreman bûne, li Bakurê Kurdistanê di şertên herî giran de gerîlatî kirine, xof xistine dilê dijmin. Ev hevalên me milîtaniya PKK’ê ya ku nayê teslîmstendin û ruhê wê yê fedaî temsîl dikin, derfetên kêm ên di destê xwe de heta dawî li hemberî dijmin bi kar anîn û bi helwêsteke wêrek şehîd bûn. Heta ku fermandarên me yên wisa wêrek, bi biryar, xwedî îrade û qehreman hebin, wê têkoşîna me ya azadiyê gav bi gav ber bi serfiraziyê ve biçe û teqez bi ser bikeve.

Em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re, ji malbatên hêja yên hevalê me yên şehîd re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê li ser şopa şehîdan bin û em ê armancên wan bi ser bixînin.”

Nasnameya şehîdan li jêr e:

- Xebat Kop (Yûnûs Kardagi) yê li Kop a Mûşê ji dayik bûye, kurê Suphiye û Mesna, 7’ê Îlona 2022’yan li Mêrdînê şehîd bû.

- Zana Rojda (Ramazan Guçlu) yê li Silopiya ya Şirnexê ji dayik bûye, kurê Saniye û Mûrat 7’ê Îlona 2022’yan li Mêrdînê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.