Xelkê Botanê ku di sala 1994’an de ji ber zextên dewleta Tirk koçî Başûrê Kurdistanê bû, di dema koçberiya Başûrê Kurdistanê de 7 war guhertin û di warê heştemîn de li wargeha Mexmûrê bi cih bûn. Di dema koçberiyê de rastî hemu şêweyên êrîşên dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê hatin. Riya koçberiyê ji bo wan bûbû riya mirin û berxwedanê. Mirin, talan û dûrketina ji xakê li pêşiya wan bû lê wan îxanet û bêrûmetiyê qebûl nekir û bûn koçberên hêviyê.
Ji bo vegotina penaberî, êş û berxwedana gelê Botanê bi taybet jî ya jinên Botanê ku 30 salin li beramberî hemû cure êrişan li berxwe didin Komîteya Jîneolojiyê pirtûkek ya penaberiyê bi navê “Li Mexmûrê penaberiya jinê û navendên berxwedanê” nivîsand û çap kir. Bi giştî di pirtûkê de mijarên wek; kurtedanasîna herêma Botanê û taybetmendiyên herêmê, rewşa civakî ya jinan li herêmê, têgîna penaberiyê, di rastiya penaberiyê de jin, sedemên penaberiyê, di nava xeleka penaberiyê de rista jinan, serpêhatiyên jinên wargehê, polîtîka, avakirina meclis û weqfa jinan, avakirina qadan, nêzîkatiyên li hemberî keda dayikê, xeyalên jinan ên pêşerojê û vegera welat û di dawî de jî derencam cih digre. Komîteya Jineolojiyê bi armanca, berxwedana gelê wargeha Mexmûrê, bi taybetî berxwedana jinan, sekna wan a di dema koçberiyê de êşên ku jinan kişandine, xwerêxistinkirina jinan û hwd…pirtûk nivîsand û çap kir.
Songul Guler a ku endama Komîteya Jineolojî ye der barê armanca Komîteya Jineolojiyê ya ji nivîsandina pirtûka penaberiyê de axivî.
Çanda berxwedanê ya wargeha Mexmûrê
Songul Guler armanca Komîteya Jineolojiyê ya ji bo nivîsandina pirtûkê wiha anî ziman: “Mirov dikare bibêje dîroka wargeha penaberan a şehîd Rustem Cûdî tenê bi gotin yan jî mijarekî anîna ziman zehmet bû. Rêwîtiya 28 salan a wargeha Şehîd Rustem Cûdî gelek caran hat ziman, belgefilm li ser hat çêkirin, axaftina hatin kirin, pirtûk hatin nivîsandin, nîqaş hatin kirin. Lê em dikarin bibêjin bi temamî bi taybetî jî di aliyê jinan de ew rêwîtiya 28 salan çawa derbas bû, roj bi roj, meh bi meh, sal bi sal çawa derbas bû? Wan dayikan di nava 28 salan de jiyana çawa di nava koçberiyê de dan avakirin, debara xwe çawa kirin, zarokên xwe çawa xwedî kirin, pergala xwe çawa dan avakirin, di nava vê de rêxistinên xwe çawa dan avakirin? Beramberî dagirkeriyê, şert û mercên jiyanê çawa têkoşiyan, li beramberî zihniyeta baviksalarî jiyana çawa dan meşandin? Pêwîst bû ev hemu bên lêkolînkirin, berê hatibû lêkolînkirin û nivîsandin. Lê me wek Komîteya Jineolojî ya wargeha Mexmûrê pêwîst dît ku çanda berxwedanê ya di wargeha Mexmûrê de hatibû avakirin bi hemû aliyê xwe ve divê careke din were lêkolînkirin û belgekirin.”
Cara yekeme jin wargehê dinivisînin
Songul Guler da zanîn ku wan pirtûka nû çap kiriye û ew hewl didin ku pirtûka wan li her derê belav bibe û got: “Me pirtûk nû çapkiriye, em niha hewl didin van pirtûkan hem bi kesên ku me li gel roportaj kirine, yên ku çîrokên xwe anîne ser ziman bidin wan, hem jî li hemu dayîkên wargehê, saziyên wargehê, yên ku ji derve bixwazin re belav bikin. Ji ber ku hîna nû gihiştiye ber destê me em bi kelecan in. Cara yekeme wek jinên wargehê me pirtûka xwe nivîsandiye. Coş û moralek mezin jî dide me, emê bi vê kelecanê pirtûkên xwe belav bikin û em divê baweriyê de ne ku ew dayîkên ku pirtûk bigrin wê hem xemgîn bibin hem jî kefxweş bibin. Êdî serpêhatiyên wan jî dibe belgeyekî dikeve dîrokê, herî kêm ked û têkoşîna wan nayê winda kirin û em bawer dikin wê dayîk di vî alî de şanaz bibin.”
NÛJÎNHA/MEXMÛR