• Gerîla Darsîn Amed: Çawa ku hêzên Apoyî li Heftenînê armancên dijmin pûç kirin, wê hêzên Apoyî li her derê jî dijmin pûç bikin û bi ser kevin.

Yek ji gerîlayên YJA STAR'ê Darsîn Amed niha li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ber xwe dide. Gerîla Darsîn wiha qala berxwedana gerîla dike: "Dema ku dewleta Tirk operasyona xwe ya dagirkeriyê li dijî Heftenînê dest pê kir, dixwest ku di nava çend rojan de Heftenînê bi giştî bigire. Pişta xwe bi teknîka xwe germ kirin û şerekî bêpîvan kirin. Lê bi rastî berxwedana Cenga Heftenînê, berxwedana hevalên fedayî û qehreman ên şehîd, nîşanî dijmin da ku standina Heftenînê ji bo wan xewn e!
Çi şêwaza ku danîn ber xwe pûç bû. Bi yekbûna gerîla û gel, gerîla û jinê, em ê bibin bersiva vê pêvajoyê û tecrîda li ser Rêber Apo rakin. Azadiyeke hevgirtî ava bikin. Em dibêjin, çawa ku hêzên Apoyî li Heftenînê armancên dijmin pûç kirin, wê hêzên Apoyî li her derê jî dijmin pûç bikin û bi ser kevin. Berxwedan wê reya me be."

ANF/BEHDÎNAN