• Medea ya Kurd li ser malpera Şanoya Finborough a Londonê di ser hesabê wê yê youtube heta 31'ê Kanûnê tê nîşandan. Lîstik çîroka klasîka dramaya Yewnan bi çîroka berxwedana jinên Kurd a roja me ya îro re dibêje.

BLUEPRINT MEDEA du çîrokên bi encamên qerase bi hev ve dike; yek jî ji mîtolojiya klasîk a Yewnanan, Medea ye. Medea bi berhema Oyrîpîdes a serdema klasîk a Yewnan ji bo şanoyê nemir bûbû. Çîroka duyê her tişt e, lê ne efsane û mît e: Şerê Kurdan ên sereqet ê ji bo qebûlê û azadiyê li ser erdên xwe bi xwe.
Nivîskara lîstikê Julia Pascal e; ew niha her wiha derhêneriya lîstika BLUEPRINT MEDEA dike û Madeayeke nû diafirîne di kirasê jineke Kurd de. Ew jina Kurd rast e zilm lê dibe, lê di heman demê de ji bo xwe û miletê xwe jî şer dike. Bi wêrekî doza xwe ya heq dike.
Premiyera lîstikê par li paytexta Ingilîstanê Londonê hatibû kirin, lê ji ber Krîza Koronayê zêde nekarî bê nîşandan. Lîstik niha ji bo nîşandana online hatiye amadekirin. Li Şanogehe Finborough bi rêveberiya hunerî ya Neil McPherson ev versiyona ji bo nîşandana online hatiye çêkirin. Neil McPherson yek ji pêşengên şanoya hevçax tê qebûlkirin ê ku berê awira xwe dide tişta keşfnekirî, jibîrkirî yan jî mijarên aktuel.

Nivîskara baş vê carê likumî?

Nivîskara senaryoyê û derhêner Julia Pascal nivîskareke jêhatî ye di şanoya Londonê de û wê weke "cihûyeke ateîst" xwe bi xwe stîleke xwe çêkiriye. Karê wê bi pirranî berê xwe dide tecrûbeyên wê yên şexsî û siyasî. Gelek caran jî bûye sedema nîqaşên dijwar bi lîstikên weke Crossing Jerusalem (Di Qudsê re bihurîn); ji ber vê lîstike bi dijberiya Cihûyan û Îsraîlê hatibû gunehbarkirin.
Li gorî rexnegirên şanoyê di lîstika BLUEPRINT MEDEA qisûrek heye; ew jî bi ya wan di berpêbûyîna bi dual-story (di çîrok gotin) de ye. Li gorî heman rexneyan peyama sereke ya aqlî ya lîstikê zêdeyî hedê xwe girift û tevlîhev dibe, li aliyê din jî girêdana yekser a karaktera sereke jî zelûl dike.

Rexneyên li dual-story a Pascal

Medea ya Oyrîpîdes xurt, zelal û armanca gotina wê heye û diyar e. Herçî çîroka Julia Pascal e, bi xirûcireke sehneyan, hin naturalîzma stîlîzekirî û hineke ceribandî kiriye ku mirov bifikire, serî lê geriyaye. Li gorî van rexneyan ew hem bi zehmetiyên jina Kurd dadikeve û hem jî bi serweriya mêr a li ser jinê. Du mijarên ku her yek bi serê xwe diviyabû ser nivîs bin.
Axir ew dibêjin di encamê de temaşeker ji fikrekê ber bi fikreke din ve diçe beriya ku bi rastî karibe bi rastiya hisî ya karaktera sereke bihise, angajeyê wê rewşê bibe û têkiliyên wê ji hev derêxe. Aktrîst û aktor ji ber vê yekê xebero neewle ne û bi xwe jî sergêjî xwe di wan de dide der. Yanî li gorî van rexneyan, lîstikvan ne karin kesên real nîşanî temaşekeran bidin, ne jî wê helbestwarbûna trajediya klasîk a Yewnan.

Di warê mizansenê û çîrokgotinê de binketî ye

Rexnegira şanoyê Mary Convay bi xwe wê pîroz dike ji ber ku mijareke ev qasî muhim kiriye şano û di vê şanoyê de hem komedî û hem jî muzîka Kurdî bi cih kiriye, lê gazinan jî ji hunerê wê wiha dike: "Lê belê di dawiya dawî de ew li ser gelek hovîtiyan hindik tiştan ji me re dibêje, li şûna ku fêr û têgihiştineke esasî li mijara sereke ji me re bibêje." Rexneya wê ya sereke jî derbeke hişk li lîstikê dixe: "Lîstik divê tesîrê li temaşekeran bike, ne ku bi argumanên xwe tesîrê li me bike. Û jixwe ew vê jî nake."
Lîstik wê heta 31ʼê Kanûnê li ser malpera şanoya finboroughl (finboroughtheatre.co.uk) karibe bê daxistin.

LONDON