• Elîf Kuçuk: Asîmîlasyon bi her halî pêvajoyeke bi şidet e; ew diçe serî bi rêya tepisandinê û piçûkxistina hin komên civakî - li beramberî wê divê mirov li ber xwe bide. 

DÎLAN KARACADAG

Elîf Kuçuk bi îlustrasyon, grafîk û resmên xwe li ser medyaya civakî bal kişand ser xwe. Wê li ser mijarên elaqedarî Kurdistanê, her wiha rewşa Kurdan li Elmanyayê, bi hunerê xwe, xwe gelek caran îfade jî kiriye. Wê ji min re got, "Bala min li ser fikrên narînî, piştgirî û berxwedanê ye. Ev jî ji bo min di hevaltiyê de hene. Ji zaroktiya xwe ve çîrokên malbat û tifaqên bijartî, gelekî dilê min zîz kirine. Rêzefilma Sailor Moon, bi zena min, bi dilsoziya xwe ya radîkal, wê tifaqa ferz hê zû pratîka siyasî ya hevaltiya di Tevgera Azadiya Kurd de anî bîra min. Ji ber wê, mestereya hevaltiyê, ji bo karê min navendî ye."

Ew ji bo kurtefilma anîmasyon a xwe û Poliana Baumgarten dibêje, "Ji bo me muhim bû ku em dîroka şidetê û nemirovkirina nijadperest a hin bedenan û xisletên wê rohnî û zelal bikin. Bi vê jî me xwest, tesîrên wan ên heta îro nîşan bidin. Nexasim jî jinên reşik û porên wan. Îdealên bedewiyê yên ku bi giştî weke standartên bêguneh tên dîtin, encama dîrokeke dirêj a şidetê ne. Ew encamên îdeolojiyên mêhtinger-nijadperest û mîsojîn yanî dijminê jinan in. Ji ber wê li cihekî di filma me de tê gotin, "Por hema welê por nînin". Wekî din em bi awayên berxwedanê û xweavakirina jinên reşik jî daketin.

Weke jineke Kurd û Elewî, berxwedana dijfaşîst, ji bo min meseleyeke man û nemanê ye. Ji ber wê jî di tevahiya qonaxên jiyana min de heye. Karê min bi her maneya xwe parçeyek ji vê pratîka siyasî ye."

Bibîranîn berxwedan e

Ew ji bo portreyên kesayetên Kurd ên weke, Hevrîn Xelef, siyasetvanên HDP´ê, jinên Êzîdî, şervanên jin dibêje, "Ji bo min muhim e ku ez wêneyên nû biafirînim. Wêneyên mexdûrên nijadperestiyê û faşîzmê bi qedrzanî nîşan bidim. Wêneyên welê ku yên li pey wan mayî bi wan karibin şînê bigirin, bi awayekî qedirzan wan bi bîr bînin. Wêneyên li dijî jibîrkirinê. Çawa ku cografyanasê siyasî Sinthujan Varatharajah dibêje: Bibîranîn berxwedan e."

Ew halê hazir tevî Duygu Ors, Bilal Ata Aktaş, Engin Sustam û Şener Ozmen li ser projeyeke pêşangehê ya bi navê "bê welat" kar dike. Pêşangeh wê li nGbk ya li Berlînê çêbe. Mijar trawmaya kolektîf, awayên berxwedanê û şert û mercên şer û sirgûnê mohra xwe li wan xistiye. Pêşangeh wê Hezîrana 2021´ê vebe.

Ew fikra xwe ya li ser asîmîlasyonê wiha îfade dike: "Asîmîlasyon bi her halî pêvajoyeke bi şidet e; ew diçe serî bi rêya tepisandinê û piçûkxistina hin komên civakî - li beramberî wê divê mirov li ber xwe bide. Ez rexneya ji Kurdistanê weke dozeke heq a banga piştgiriyê ji bo bîrewerbûna li ser derfet û çavkaniyên li mekanên dîasporayê dibînim." 

Ji Dêrsimê heta Berlînê Elîf Kuçuk

Elîf Kuçuk hunermendeke hunerên vîzuel û derhênera huner e. Ew Kurdeke ji Berlînê ye. Ew bi foto û dîmenan îlustrasyon û anîmasyonên dîjîtal çêdike. Ji Cotmeha par ve ew weke dîzaynkera edîtoryal li ZEIT ONLINE, di beşa wê ya ze.tt de kar dike. Ew sala 1987´an li Izmîrê hatiye dinê û hîna 5 salî bi malbata xwe re koçberî Elmanyayê bûye. Malbata wê ji Dêrsimê ye. Wê dîrok li zanîngeha FU Berlînê xwend. Ji sala 2015´an wê xwe bi xwe di mijarên foto û dîmenan de perwerde kiriye.