Bêrûmetiya dewleta Tirk a dagirker

Şemî 2 Kanûn 2023 - 00:15

Dewleta Tirk a dagirker dîsa bêrûmetiya xwe nîşan da. Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Axîn Seydo (Menfiyet Elçîçek), ku li herêma Katoyê Marînos di şer de şehîd bû, piştî 5 salan di kartonekê de radestî malbata wê kir. Piştî ku muduriyeta polêsan a Colemêrgê agahî da malbatê, yekser çûn Colemêrgê û testa DNA’yê kirin. Piştre jî cenaze bêyî agahiya malbatê li goristana bêkesan a Colemêrgê hatibû veşartin.

Beriya 3 rojan muduriyeta polêsan a Colemêrgê dîsa li malbatê geriya û jê re got ku cenazeyê keça wan li Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê ye. Li ser vê yekê malbat çû Stenbolê. ATK’ê cenazeyê gerîlaya şehîd, di torbeyeke şîn ê di kartoneke spî de, radestî malbatê kir. 

Malbatê cenazeyê keça xwe yê di kartonê de anîn navçeya Hezex a Şirnexê. Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Axîn Seydo, di bin dorpêça leşker û polêsên dewleta tirk a dagirker de, hate veşartin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.