Serokê Koma Yekîtî Nîştimanî Kurdistan (YNK) ya Meclîsa Walîtiya Dihokê Îmad Goran têkildarî rewşa Dihokê û girtina rojnameger û çalakvanan got, ji bo der barê rewşa girtiyan de agahiyan bigirin bi îmzeya YNK, Tevgera Gorran û Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê nivîsek pêşkêş kirine, lê ti kesî bersiva wan nedaye.
Meclîsa Walîtiya Dihokê ji 28 kursiyan pêk tê. Ji wan 19 kursî yên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û 9 kursî jî yên hêzên din in. Serokê Koma Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) ya Meclîsa Walîtiya Dihokê Îmad Gorran têkildarî rewşa Dihokê û kesên hatine girtin axivî.
Li Dihokê hêzên PDK’ê gelek rojnameger, çalakvan û welatî girtine. Îmad Goran têkildarî helwesta YNK’ê ya li hember girtinan got; “Em ê bêdeng nebin. Lê, min bi destê xwe ji bo Serokatiya Meclîsa Walîtiya Dihokê nivîsiye ku ji bo aqûbeta van kesan bişopînin. Her yek ji koma Tevgera Goran û Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê jî daxwazname îmze kirin. Lê aliyên din weke PDK û yên kota îmze nekirin. Ev çend roje bersiv nedane. Eger bêbersiv bin wê helwesteke din a me hebe.”
Tirkiye dagirker e
Îmad Goran têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk û bombebarankirina wê ya Başûrê Kurdistanê, diyar kir ku berê jî bêdeng nebûne û got; “Em dizanin Tirkiye dagirker e, û êrişî welatiyan dike. Tişta erka me ye, me kiriye û me jora xwe agahdar kiriye ku Tirkiye welatiyên sivîl dike hedef. Her ev ji me tê. Min hêza leşkerî nîne li hemberî Tirkiyeyê rawestin. Min bi nivîskî rêveberiya YNK’ê agahdar kiriye.”
ROJNEWS/DIHOK