Bersiva Lozanê yekîtî ye
Duşem 6 Adar 2023 - 00:45
Temambûna 100 salên îmzekirina Peymana Lozanê nêzîk dibe. Hevserokê Kongreya Neteweya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs bi vê boneyê çû Başûrê Kurdistanê û hinek rêze serdan û hevdîtin li gel rêveberên hizban, aliyên siyasî û kesayetên diyar pêk anîn.
Ahmet Karamûs derbarê armanca serdana xwe de di hevpeyvîna li gel Rojnewsê de got; “Di 24’ê Tîrmeha sala 2022’yan de li bajarê Lozan a Swîsreyê konferansek li ser sedsaliya Peymana Lozanê hate lidarxistin. Di Konferansê de 57 partî û alî û bi sedan kesayetên Kurdistanî amade bûn. Li ser vê yekê li tevahiya cîhanê hevdîtinên me dest pê kirin. Niha em li Başûrê Kurdistanê ne, em dixwazin li gel partî, hêzên siyasî, kesayetên akademîsyen, siyasî, civakî, oldar û serokeşîran hevdîtinan bikin. Di asta bilind de me çend hevdîtin li gel Serokê YNK’ê Bafil Talebanî, Serokê Partiya Sosyalîst Mihemed Hacî Mehmûd, Hizba Komeleya Zehmetkêşanî Kurdistan, Waliyê Silêmaniyê û hinek kesayet û aliyên din kirine.
PDK naxwaze hevdîtinê bike
Ahmet Karamûs derbarê hevdîtina li gel serokatiya herêmê û PDK’ê de jî got; “Wek prensîb û stratejî, em dixwazin li gel Serokê Herêmê, Serokwezîrê Herêmê û hemû partiyên siyasî re hevdîtinê bikin, lê me miracaet nekiriye. Ji ber ku gelek caran şandeyên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê di dem û rewşên cuda de hatine Başûrê Kurdistanê, di rewşên pirr aloz û dijwar de daxwaza hevdîtinê li gel PDK’ê kirine, lê ne bi erê ne jî bi na, bersivek ji bo me nehatiye dayîn. Heger ew nexwazin, ji bo me ti pirsgirêk nîne. Em ê keyfxweş bibin, heger bersivekê bidin, em dixwazin biçin serdana wan û li gel wan kom bibin.”
Biryara KCK’ê mirovî û exlaqî ye
Derbarê biryara KCK’ê ya rawestandina çalakiyên leşkerî de jî Karamûs got; “Di destpêka karesata erdhejê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rûdayî, birêz Cemîl Bayik bi peyamekê biryara rawestandina çalakiyên leşkerî da, em wek Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê vê helwêst û biryarê erênî, mirovî, wijdanî û exlaqî dibînin û pîroz dikin. Divê bê bipêşxistin. Her wiha divê zêdetir welatên navneteweyî daxwazên mirovî û exlaqî yên gelê Kurd bibihîzin ka Kurd çiqasî di vî warî de dostê jiyanê û mirovhez in, çiqasî çareserî û danûstandinên aştiyane dixwazin. Helwêst û biryara birêz Cemîl Bayik jî xizmeta vê dozê dike.
Banga Talabanî pîroz e
Ahmet Karamûs li ser banga Bafil Talabanî ya PDK’ê ku ji bo aştiya di navbera PKK û dewleta Tirk de kar bikin jî got; “Em peyama birêz Bafil Talabanî erênî, giring û pîroz dibînin. Bi rastî em di rewşeke gelek hestiyar re derbas dibin û metirsiyên me hene.”
Em Lozaneke din qebûl nakin
Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs di dawiya axaftina xwe de jî bang li aliyên Kurdistanî kir: “Çareserkirina pirsgirêka Kurd wê bandora xwe li ser cîhanê hemûyî bike. Banga me li partî, aliyên siyasî, civakî û olî yên Kurdistanê hemûyan ew e ku di sedsaliya Peymana Lozanê de em li dora hev kom bibin. Bi hevkarî, helwêst, hestyarî û hestên neteweyî ji bo vê dozê kar bikin. Nasnameya Kurd û Kurdistanê nîşanî raya giştî ya cîhanê hemûyî bidin. Ji cîhanê re bibêjin, me wek gelê Kurd ti carî peymaneke weke Peymana Lozanê ku di sed salên bihurî de gelek karesat û komkujiyên mezin bi ser gelê me de aniye, qebûl nakin. Heger peymanek were qebûlkirin, divê bi deng, reng, nasname û îradeya gelê Kurd be û statuya Kurdan qebûl bike. Ji bo wê, banga me ji bo tevahiya Kurdistaniyan ev e ku bi yekdengî û yekrêzî ji bo paşeroja gelê Kurd bi hestyarî û stratejiya neteweyî têbikoşin.
NAVENDA NÛÇEYAN