- "Em bawer dikin ku vê Newrozê jî gelê Kurd wê dakeve meydanan, Newrozê bi coş û berxwedaneke mezin pîroz bike û dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re careke din bi xurtî nîşan bide."
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, "Em bawer dikin ku vê Newrozê jî gelê Kurd wê dakeve meydanan, Newrozê bi coş û berxwedaneke mezin pîroz bike û dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re careke din bi xurtî nîşan bide."
Cemîl Bayik ji ANF'ê re got, "Wateya Newrozê berxwedana li dijî dijmin e, rabûna li ber koletiyê ye."
Cemîl Bayik anî ziman ku gelê Kurd her tim bi berxwedana li dijî mêhtingeran hebûna xwe parastiye, gelê Kurd xwedî kevneşopiyeke bi vî rengî ya dîrokî ye û ev peyam da: "Kengî ji berxwedanê dûr ketiye, hebûna Kurdan jî ketiye metirsiyê, bi tinebûnê re rûbirû mane. Ji bo jiholêrakirina vê metirsiyê, berxwedan şert e û gelê Kurd jî her carê ev yek kiriye. Ji bilî berxwedanê pişteke din a Kurdan nîne."
Navê berxwedan û azadbûnê Newroz e
Bayik got, ji ber vê Newroz di nava civaka Kurd de afirî û wiha dewam kir: "Têkiliya di navbera civaka Kurd û Newrozê de di vê demê de jî heye û dewam dike. Mîna di dîrokê de Kurd niha jî bi berxwedanê hebûna xwe dewam dikin û azadiya xwe bi dest dixin. Navê vê jî Newroz e. Di sedsala 20’an de li ser Kurdistanê jinûve parvekirin û mêhtingerî hate ferzkirin. Raperînên li dijî vê yekê jî hatin tepisandin û tinebûna civakî û neteweyî li ser gelê Kurd hate ferzkirin. Li dijî sîstema mêhtinger a ku ditepisand, înkar û tine dikir, hebûn tenê bi berxwedanê dibû."
Bayik got, "Rêber Apo li dijî mêtingeriyê dest bi têkoşîneke bi vî rengî ya berxwedanê kir û gelê Kurd careke din gihand Newrozê" û girîngiya Newrozê destnîşan kir: "Newroz û gelê Kurd hev temam dikin. Gelê Kurd bi Newrozê re cewhera xwe ji nû ve dît, Newroz jî gihîşt wateya xwe ya rasteqîn. Di nava şert û mercên herî giran de, di kêliyên ku kes ne li bendê bû, gelê Kurd bi berxwedanê hebûna xwe diyar kir."
Gerîla Newroz kir serhildan
Bayik çalakiya dîrokî ya Mazlûm Dogan bi bîr dixe û dibêje, "Di wan şert û mercên tarî û zehmet de ku dijmin hewl dida her tiştî bitepisîne û teslîm bigire, agirê Newrozê dada û dîrokeke nû afirand. Ev dîrok dîrokeke nû ye, ku bi berxwedanê hebûn û azadiya xwe misoger dike. Lewma Mazlûm Dogan ji aliyê gel ve weke Kawayê hemdem hate pênasekirin. Gel kevneşopiya berxwedanê ya Mazlûm Dogan dewam kir û kevneşopiya Newrozê ji nû ve vejand, xwe jî bi berxwedana Newrozê ji nû ve afirand. Piştî ku gerîla li dijî mêhtingeriyê dest bi têkoşînê kir, gelê Kurd jî Newroz bi berxwedaneke mezin pêşwazî kir û her Newroz veguherand Serhildanê. Ji ber vê rastiyê Rêber Apo ji bo gelê Kurd got 'Gelê Newrozê'."
Li meydanan bin
Di dawiyê de hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, "Ji bo Kurdan Newroz hîna jî xwedî heman wate ye. Bersiva herî bi wate ya Kurdan a li dijî faşîzma AKP-MHP'ê xwe berdana nav meydanên Newrozê û nîşandana îradeya xwe ye. Em bawer dikin ku vê Newrozê jî gelê Kurd wê meydanan dagire û Newrozê bi coş û berxwedaneke mezin pîroz bike, dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re careke din xurttir nîşan bide. Ev yek jî wê bibe derbeke mezin û li faşîzma AKP-MHP'ê bikeve."
ANF/BEHDÎNAN