Berpirsiyariyên xwe bicih bîne!
Çarşem 9 Nîsan 2025 - 03:50
- Li Parlamenta Brîtanyayê bi sernavê 'Li Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê, bûyerên rojane û bendewariyên ji paşerojê' panelek hate lidarxistin. Qisekeran diyar kirin ku divê dewlet û desthilatdariya Tirk gavên şênber biavêje.
Navenda Lêkolînên Tirkiyeyê (CEFTUS) li Parlamenta Brîtanyayê bi sernavê 'Li Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê, bûyerên rojane û bendewariyên ji paşerojê' panelek lidar xist.
Parlamenterê DEM Partiyê û Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Mîthat Sancar, Şaredara berê ya Dersimê Nûrhayat Altûn ku beriya niha bi demeke kurt ji girtîgehê hate berdan û Parlamenterê Partiya DEVA Mehmet Emîn Ekmen weke qiseker beşdarî panelê bûn. Panela ku Lord Matthew Elliott moderatorî jê re kir, ji aliyê gelek nivîskar, akademîsyen û siyasetmedaran ve hate şopandin. Prof. Dr. Mîthat Sancar li ser pêvajoya ku 1'ê Cotmehê bi banga Devlet Bahçelî destpê kir û 27'ê Sibatê bi 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo dewam kir, axivî.
Mîthat Sancar anî ziman ku ev pêvajo naşibe pêvajoyên şer û aştiyê yên heta niha li cîhanê rû dane û got:"Ji ber ku pêvajo naşibe pêvajoyên beriya niha yên li cîhanê qewimîn, xwedî encamên girîng e. Ya destpêkê jî ew e ku erka pêkanîna çareserî û aştiyê radestî aktorên civakî, qada siyasî hatiye kirin."
Divê şert û merc guncav bin
Sancar bi bîr xist ku banga Rêber Apo bi sernavê 'Aştî û Civaka Demokratîk' e û got:"Beriya her tiştî PKK wê çekê dîne, xwe fesih bike. Baş e, ev aştî û civaka demokratîk wê ji aliyê kê ve bê avakirin. Wê demê aktor û muxatabaê esasî li gel hêzên siyasî temamiya civakê ye. Bi vî rengî gelek derdorên ku heta niha xwe weke aktorê esasî nedidîtin û bi berpirsyariya bingehînî tevnedigeriyan, bi carekê bi mecbûriyeta berpirsyariya vê pirsgirêkê re rû bi rû man." Sancar destnîşan kir ku eger ev pêvajo bi ser bikeve, wê weke mînakekê bikeve dîroka pêvajoyên aştî û çareseriyê ya cîhanê. Sancar diyar kir ku PKK ji bo biryara çekdanînê werbigire û xwe fesih bike, divê kongreya xwe bicivîne û ji bo karibe kongreya xwe bicivîne jî dixwaze bi lîderê xwe re di nava têkiliyê de be û ev jî di xwezaya vî karî de heye û got:"Divê şert û merc li gorî vê yekê bêne amadekirin. Û ev yek jî berpirsyariya desthilatdarî û dewletê ye. Bêguman zor û zehmetî, astengî hene û her ku ev pêvajo bi rê ve çû wê rû bide. Lingekî xwe li Sûriyeyê, lingê xwe yê din jî di nava hevsengiyên siyasî yên navxweyî yên li Tirkiyeyê ye. Hin hêz û aktorên hundirîn û derve hene ku dixwazin ev yek xera bibe."
Em piştgiriyê didin pêvajoyê
Parlamenterê Partiya DEVA Mehmet Emîn Ekmen jî bi sernavê 'Ji bo çareseriya şer, çarçoveya polîtîk û qanûnî' pêşkêşiyek kir û anî ziman ku Partiya DEVA rast dibîne ku ji bo bidawîkirina têkoşîna çekdarî derfetên çareseriyê bêne bikaranîn û piştgiriyê didin vê pêvajoyê. Ekmen destnîşan kir ku sedemên bingehîn ên tundiyê divê ji holê bêne rakirin. Ekmen diyar kir ku yek ji taybetmendiya pêvajoyê ya girîng ew e ku ji bilî partiyeke siyasî ya Parlamentoyê partiyên din di astên cuda de piştgiriyê didin pêvajoyê. Ekmen da zanîn ku bawerî û rewabûna pêvajoyê ne bi Erdogan bi Bahçelî re pêş ketiye û DEM Partî ji 1’ê Cotmehê ve ye weke partiya navbeynkar rola xwe bi awayekî serkeftî bi cih anîye.
Me pergaleke nû avakir
Nûrhayat Altûn diyar kir ku paradîgmayên rêveberiyên xwecihî xeta demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan e û îfade kir ku wan di çarçoveya vê paradîgmayê de di rêveberiyên xwecihî de gelek pergalên nû ên weke hevserokatiyê, serokatiya daîreyan a jinan, saziyên jinan, pirzimanî, mafê nûnertiya cudahiyan û mafên mirovan ava kirine. Nûrhayat Altûn bal kişand ser zext û polîtîkayên desteserkirina şaredariyan ên di dema ku wan hewl dida vê paradîgmayê bixin dewrê. Altûn diyar kir ku îdareya navendî ji ber ku ji xebatên wan aciz dibûn îradeya gel bi rêya qeyûman desteser kirin. Nûrhayat Altûn bal kişand ser rola rêveberiyên xwecihî ya ji bo avakirina pêvajoya aştiyane û got:"Ya ku li wir tê talankirin hilberînên partiyekê bi tenê nîn, nirxên bingehîn ên gel e. Nêzîkatiya li vî gelî ye. Lewma girtina me dihate wateya 'tu ne ji me ye'. Mîna 'dijminekî' nêzîk bûn û hiqûqa vê yekê hate ferzkirin. Ji ber ku 7 salan ez girtî mam û di vir de der barê şaredariyê de ti îdîa tine bû. Şêweyê darizandina me li dijî hiqûqê bû."
ANF/HÎKMET ERDEN