Berpirs wezareta derve ye!

Duşem 2 Îlon 2024 - 02:25

Endamê Hevpeymana Siyade ya li parlamentoya Iraqê Ehmed Dilêmî derbarê dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Iraqê ji medya Iraqê re axivî. Ehmed diyarkir ku dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Iraqê, bombekirina cihên sivîlan, kuştina xelkê herêmê, hemû lewaziya Wezareta Karên Derve ya Iraqê derdixîne holê. Ehmed Dilêmî got ku tirs heye welatên cîran êrişî xaka Iraqê bikin û sud ji lewaziya Wezareta Karên Derve ya Iraqê bigirin û dibêje:“Wezareta Karên Derve ya Iraqê li hemberî êrişên ser xaka Iraqê bêdengî hilbijartiye û ji bo rawestandina van binpêkirinan, ti pêngavek ne avêtiye. Ev lewazî bûye çavkaniya destwerdana nû ya di kar û barên Iraqê de.” Herî dawî Ehmed bang li Hikumeta Iraqê kir li ser mijarê û hevkariya êrişên Tirkiye ya li ser Dihok û Nînovayê lêkolînê bide destpêkirin. Hêjayî gotinê ye Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên e û Fuad Hisên jî nûnerê taybet yê PDK’ê Barzanî ye. Fuad Hisên di 15’ê Tebaxê de bi dewleta Tirk re li ser navê Iraqê gelek peyman îmzekir û êrişên dewleta Tirk yên li ser xaka Iraqê rewa kir. Bi peymanan re dewleta Tirk dest bi êrişên ser rojnamevan û sivîlan kiriye.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.