Berpirs û kurên wan sedemên sûcan in 

Çarşem 31 Gulan 2023 - 01:46

Belavbûna çekan û bikaranîna wan ji aliyê berpirsên partiyan, kurên wan û kesayetên navdar ên civakî ve, bûye sedema fikarên welatiyan li Başûrê Kurdistanê. Lewma ew ji sedem û aktorên sereke yên bûyerên teqekirin û kuştinê ne. Li bajarokê Soran jî ev kiryar zêde bûne. Aliyên siyasî jî bang kirin da ku sîlehhilgirtin bê bi sînor kirin û çek bên danîn.

Diyardeya çekdarbûna sivîlan, li Herêma Kurdistanê belav bûye. Parlamena Hewlêrê sala 2022’yan, li Herêma Kurdistanê qanûnek ji bo çekhilgirtinê derxist. Ev qanûna jimara 2 ya sala 2022’yan û fermana jimare 5 û 6 ya sala 2023’yan ya Wezareta Karên Hundir, kontrolkirina çekan û destûrdana hilgirtina çekan eyar dikin. 

Di dawiya Nîsana îsal de, dibin Rêveberiya îdareya serbixwe ya Soranê de, nûnerên hizb û aliyên siyasî yên herêmê kom bûn û daxwaz ji hizban kir da ku çekên xwe radestî hikûmetê bikin. Lê aliyên siyasî dibêjin, hêza hikûmetê nîne ku çekên di destê berpirsên hizb, serokeşîr û kurên berpirsan de kontrol bike.

Hinek aliyên herêmê dixwazin, çek bên danîn û çekên neyasayî bên berhevkirin. Ew ji me re peyivîn.

 

Lazim e berpirs sîlehên xwe teslîm bikin 

Rêveberê Navenda Giştî ya Komeleya Dadgerî ya li Soranê Hesen Ebabekir got, “Yên ku bi çekan sûc dikin yan jî çekên wan hene, divê bên desteserkirin ku li ser her du partiyên desthilatdar in. Divê çek bên komkirin û parlamen hilgirtina çekan bi yasayan birêkûpêk bike. Wê demê ji bo welatiyan jî wê asayî bibe ku çekên xwe radestî hikûmetê bikin. Heger nikarin çekên berpirsan wergirin, nikarin yên hejaran jî bigirin.”

Endamê Yekgirtûya Îslamî Serheng Qadir derbarê mijarê de got, “Pirsgirêk ew e ku îro di malên berpirs, kurên berpirsan, serokeşîr û malbatên wan de dinyayek çek hene û ji bo kuştin û çareserkirina pirsgirêkan bi kar tînin. Dema ku hikûmet karî çekên berpirsên hizban, kesên desthilatdar û kurên berpirsan wergire, wê demê dê civakeke aram û ji kuştin û sûcan dûr çêbe.”

ROJNEWS / SORAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.