• Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku faşîzma AKP-MHP'ê 24 saetan di nava tirsê de ye û got: Feydeya tirsê tine ye. Çi dike bila bike lê faşîzma AKP-MHP'ê wê ji hilweşînê rizgar nebe. Di demeke gelekî nêz de.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan beşdarî bernameya Medya Haber TV bû û li ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê heye, nirxandin kirin. Destpêkê Dûran Kalkan derbarê tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna li dijî tecrîdê axivî û wiha got:’’Di pêvajoya derbasbûyî de di meşandina sîstema heyî de guhertinek çênebû. Me wê demê jî got, bi cezayên dîsîplînê bahane ji tecrîdê re tê afirandin. Ne tenê ji bo tecrîdê û astengkirina hevdîtinê, di heman demê de ji bo astengkirina jinûve darizandina Rêber Apo ya di çarçoveya 'Mafê hêviyê' û astengkirina misogeriya azadiya wî ya fîzîkî hinceteke hiqûqî dihate afirandin. Me got, wê vê yekê dewam bikin. Bi rastî jî piştre me dît, careke din ragihandin ku cezayê dîsîplînê dane.

Mirov dikare vê yekê bibêje; li vê cîhanê mirovê ku herî zêde bi dîsîplîn dijî, bi rêxistin tevdigere û dixebite Rêber Apo ye. Bi hezaran, bi deh hezaran mirov bi vê zanin. Ya rast rêveberên dewleta komara Tirkiyeyê yên ku van cezayên bêbingeh dibirin jî bi vê zanin. Tevî vê jî gotina 'cezayê dîsîplînê' bêwate ye. Divê mirov baş fêhm bikin. Li aliyê din êriş bi vî rengî dewam dikin, di heman demê de berxwedana mezin a li Îmraliyê jî dewam dike. Berxwedana mezin a li Îmraliyê nîşan dide ku hêzên komploger ên navneteweyî û dewleta Tirk we di sîstema xwe ya qirkirinê de bi ser nekevin, têk çûne. Li ser bingeha darizandina siyaset û mejiyê qirker, mêtinger, faşîst û mehkûmkirina wî mejî, berxwedan dewam dike. 

Têkoşîn berfireh dibe

Em dibînin ku têkoşîna li dijî sîstema qirkirinê ya Îmraliyê bi berfirehî dewam dike. Li Kurdistanê bû, li derveyî welat bû, li her derê dibe. Dewlemend û cihêreng bû. Li ser bingeha pêngava me ya azadiyê ya navneteweyî ku 10'ê Cotmehê destpê kir, çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî berfireh, cihêreng û mezin dibin. Divê ya heyî teqez têrker neyê dîtin. Li her qadê divê hîn bêhtir bê berfirehkirin, bê mezinkirin û encam ji têkoşînê bê wergirtin. Li zindanan û derdora wan çalakî dewam dikin. Lawaziyeke biçûk jî nîne. Çalakiyê girseyî yên li dora berxwedana li zindanan pêl bi pêl mezin dibe. Di çalakiyên girseyî de li her derê liv û tevger dewam dike. Li ser CPT zexteke girîng çêbû. Piştî ku ev yek li nava raya giştî belav bû gelek derdoran dest bi çalakiyan kirin ku zextê li CPT bikin. Çalakiyên jinan pêk hatin, çalakiyên şandina nameyan. Li hemû dewletên Ewrûpayê rewşenbîr, nivîskar, hunermend, karker, sendîkavan, demokrat, çepgir, sosyalîst, dostên Kurdan mohra xwe danîn binê nameyan û name ji CPT re şandin. Ji CPT xwestin ku erk û berpirsyariya xwe bi cih bîne. Bang hate kirin, jê hate xwestin ku biçê Îmraliyê agahiyê bide. Ev gelekî girîng in, divê bêne xurtkirin û dewamkirin. 

Nobedarên Strasbourgê silav dikin

Nobeta ji bo azadiya Rêber Apo beriya 12 salan li Strasbourgê destpê kir û dewam dike. Ev çalakî 12 sal in bênavber dewam dike. Her kesên tevlî vê çalakiyê bûne pîroz dikim, silav dikim bi navê rêveberiya partiya me. Wê bi ser bikevin, bingeh danîn, hêvî afirandin, îrade afirandin. Ya rast bû hêmanê bingehîn ê pêngava me ya azadiyê ya navneteweyî, bû destpêk û parçeyek ji vê pêngavê. Li ser vê bingehê her kesên ku tevlî çalakiyê bûne careke din silav dikim û serketinê dixwazim.

Firînê nîşan didin ketina wan na!

Dûran Kalkan di nirxandinên xwe de li ser rewşa şer a li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî axivî û wiha got:’’Dagirkeran herî zêde pişta xwe bi taktîka xwe germ dikirin. Ji vê re gotin şerê teknîk û îstîxbaratê. Rewşa îstîxbaratvanan jî ji rewşa teknîkê ne cuda ye. Ew jî ji ber ku veşartî ne nayên dîtin. Ji ber ku xwe vedişêrin gelek tişt eşkere nabin. Lê belê êdî nikarin veşêrin. Bi rêbazekê êdî tê dîtin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê encamên heta niha eşkere kir. Hin derdorên çapemeniyê jî vê radigihînin. Êdî enqazên AKP-MHP'ê ji ezmên dibarin. Divê her kes vê bibîne. Faşîzm xurt nîne. Hewl dide temenê xwe dirêj bike. Hewl dide hilweşîna xwe rawestîne. Bi rastî jî girîng e. Divê biçûk neyê dîtin. Tayyîp Erdogan gelekî pesnê wê dida. AKP'yiyan li televîzyonan xwe nîşan didan, digotin 'SÎHA'yên me hene, nizanim çawa difirin'. Firîn û lêdana wan nîşan dan, lê balkêş e ketina wan qet nîşan nadin. 

Rastiya şer baş fam bikin

Fermandariya me ya Biryargeha Navendî gelek caran bang kir û got:’’Bila gelê me baş fêhm bike, baş bibîne, baş hîs bike'. Çend kes 24 saetan li dijî artêşekê şer dikin, timî wan dişopîne, li hemberî artêşeke êrişkar a NATO'yê xwe diparêze û derbê li wan dixe. Gelo ev çawa çêdibe? Ev tê çi wateyê? Divê em vê baş fêhm bikin. Nabe ku tenê bê gotin, gerîla şer dike, lê dixe. Bi kîjan têgihiştin, îrade, berxwedêrî, wêrekî, fedakariyê dike. Di serî de ciwanên Kurd divê gelê Kurd, jin, mêr, ciwan, extiyar her kes vê baş fêhm bike û baş hîs bike. 24 saetan divê vî ruhî bipejirîne. Jiyaneke bi rengekî cudatir rast nîne. Ne jiyaneke qebûlkirinê ye.

Nikarin xwe ji têkçûnê rizgar bikin

Faşîzma AKP-MHP'ê hildiweşe, ji hev dikeve. Gelek mirov bi pereyan, bi neteweperestî, zayendîperestî û olperestiyê xapandine. Faşîzma AKP-MHP'ê ji raya giştî ya Tirkiyeyê û raya giştî ya derve gelekî ditirse. 24 saetan di nava tirsê de ye. Di nava tirs û fikaran de ye ku rastiya wê diyar bibe û piştgiriya jê re tê dayin qut bibe. Tirs bi kêrî tiştekî nayê. Lewma faşîzma AKP-MHP'ê çi dike bila bike wê ji hilweşînê rizgar nebe. Û di demeke nêz de.

NAVENDA NÛÇEYAN